Çîftyurek: Astengkirina li pêş navê Kurdistanê rakin 2021-08-16 15:03:11   AMED - Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi hêceta îbareya “Kurdistanê” kongreya wan asteng kiriye. Çîftyurek, bal kişand ser bêhiqûqiyên ku pê re rûbirû mane û bang kir ku astengiya li pêş navê Kurdistanê were kirin.    Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, têkildarî astengkirina Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a bi hêceta îbareya “Kurdistanê” ya 2’yemîn kongreya wan a di meha mijdarê de pêk bînin, li avahiya partiya xwe daxuyanî da. Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn, rêveberên bajêr ên HDP’ê û DBP’ê û serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek beşdarî daxuyaniyê bûn.    BÊ HIQÛQÎ YE   Çîftyurek, diyar kir ku dema di 21’ê kanûna 2011’an de Partiya Sosyalîzm û Azadiyê (OSP) avakirin tu astengî nejiyan û bi lidarxistina kongreya sêyemîn navê partiya xwe weke KKP guhertin. Çîftyurek, da zanîn ku piştî navê partiya wan fermî bû bi hişyariya Dadgeha Bilind ketin pêvajoyeke bê hiqûqî. Çiftyurek, bi lêv kir ku di parastina piştî hişyariyê de diyarkirine ku di nav de guhertinê nakin û da zanîn ku Dadgehê Bilind piştî parastinê 11 rojan di 17’ê çileya 2019’an de ji bo KKP’ê bigire îdianame şandiye Dadgeha Destûra Bingehîn û polîtîkayên ku partiya wan tune hesibînin şopandiye.    ‘JI KURDAN RE SIYASET QEDEXE YE’   Çîftyurek, destnîşan kir ku pêkanînên Dadgeha Bilind kêfî ne û wiha axivî: “Ji ber ku bername û rêziknameya KKP’ê û OSP’ê weke hev e. Lê doza girtinê ya ji OSP’ê re nehat vekirin. Ji ber navê Kurdistanê ji KKP’ê re tê vekirin. Vekirina doza girtinê ya derbarê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê encama heman polîtîkayên desthilatê ne.”   ASTENGIYÊ RAKIN   Çîftyurek ê bang li siyaseta Tirkiyeyê kir wiha axivî: “Siyaseta girtina partiyan a ji ber peyva Kurdistanê kore rê ye. Rayedarên dewleta tirk her roj di bin ala Kurdistan û Tirkiyeyê de bi rayedarên Kurdistanî re wêne dikişinin, ev nakokî zêde dom nake. Vê astengiyê rakin.” Çîftyurek, herî dawî banga mezinkirina têkoşînê li siyaseta kurd kir.