HDP'ê ji bo doza girtinê dema zêde xwest 2021-08-16 15:21:07   ENQERE - HDP'ê têkildarî doza girtinê ji Dadgeha Destûra Bingehîn dema zêde xwest.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê doza girtina xwe de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat vekirin, ji bo dikaribe parastina xwe bike dema pêvek ango zêde xwest. Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê di 11'ê tebaxê de serlêdana demê kir ku parastina xwe amade bike. Heke daxwaza HDP'ê were qebûlkirin, dema parastinê ya ji 60 rojan derkeve 90 rojan.     Divê Dadgeha Destûra Bingehîn heta 7'ê îlonê derbarê serlêdana HDP'ê de biryarê bide, heke serlêdanê red bike wê HDP jî di 60 rojan de parastina xwe temam bike û pêşkêşî dadgehê bike.