Di binçavan de pirsên dubare ji rojnamevan Canozer kirin 2021-08-16 16:27:19   AMED - Kirariyên îfadeyên 58 kesên ku li Amedê hatin binçavkirin didomin, ji nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozer pirsên beriya niha di bin çavan de jê hatibûn pirsîn dîsa hatin pirsîn.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta parvekirinên li ser medya sanal bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" lêpirsîn dabû destpêkirin û biryara binçavkirina 88 kesan dabû. Di 13'ê tebaxê de di çarçoveya lêpirsînê de polisan bi ser 104 malan de girtibû û nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozer û rojnameger Kadîr Bayram jî di nav de 58 kesan binçav kiribûn. Ji ber biryara veşarî ya li ser dosyeyê parêzer xwe nagihînin hûrgiliyên dosyayê. Kirariyên îfadeyên 58 kesên ku 4 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê di bin çavan de ne didomin. Tê payîn ku piştî îfadeyan 58 kes sewqî Edliyeya Amedê werin kirin.    PIRSA BINÇAVKIRINA BERIYA NIHA   Ji nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozer a li miduriyeta polîsan îfadeya wê hat wergirtin pirsa bikarînerê medya dîjîtal a bi navê “Berîtan Sarya” ku di binçavkirina beriya niha de jî jê hatibû pirsîn, dîsa jê hatin pirsîn. Canozer, di îfadeya xwe de wiha got: “Di binçavkirinên min yên din de jî ev hesab ji min hatibû pirsîn. Lê tu eleqeya vê hesabê bi min re nîne. Hesabên ku aîdî min wêneyên min hene û dema hûn di motora lêgerînê ya înternetê lê geriyan tê dîtin.”   Kirariyên îfadeyên kesên din ên di binçavan de didomin.