Rêvebera ÎHD’ê hat berdan 2021-08-16 16:49:16   KOCAELÎ - Rêvebera ÎHD’ê Azîze Adiguzel a li Kocaeliyê hatibû binçavkirin, hat berdan.    Nûnera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Kocaeliyê Azîze Adiguzel a di çarçoveya lepirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê bi rê ve dibir de di 14’ê tebaxê hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Adiguzel, a bi hêceta parvekirinên medya sanal hatibû binçavkirin, biribûn Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê. Adiguzel, diyar kir ku polîsan di dema kirariyên îfadeyan de zext lê kirine, ji ber vê yekê îfadeya xwe di nivî de hiştiye û îfade nedaye. Li ser vê yekê Adiguzel a sewqî Edliyeya Kocaeliyê hat kirin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê hat kirin. Dadgehê Adiguzel, bi şertê kontrola edlî berda.