Jinên êzîdî bertek nîşanî eskerên Iraqê dan 2021-08-16 17:14:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên êzidî piştî bomberana li Şengalê hat kirin, bi avêtina keviran bertek nîşanî eskerên Iraqê yên li cihê bûyerê dan.    Balafirên şer ên Tirkiyeyê bombe li Sûka Kevn a Şengalê barandin. Du kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Jinên êzidî yên piştî êrişê hatin cihê bûyerê, bi avêtina keviran bertek nîşanî eskerên Iraqê yên li cihê bûyerê dan. Jinên êzidî bi gotina “Êdî bes e, êdî bes e” ber bi eskerên di wesayîta ve çûn û kevir avêtin wan. Eskerên Iraqê yên jinan bertek nîşanî wan dan ji cihê bûyerê dûr ketin.