PÎA û Înîsiyatîfa Heq serdana malbata Şenyaşar kir 2021-08-16 17:52:25   RIHA - Serokê Giştî yên PÎA’yê Mehmet Kamaç ê serdana malbata Şenyaşar a nobeta xwe ya edaletê didomîne kir wiha got: “Heke li welatekî desthilat were pîrozkirin di serî de edalet dimire.”   Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 161'emîn de didome. Serdanên piştevaniyê yên malbata Şenyaşar jî didomin. Rêveberên Înîsiyatîfa Heq a Dîlokê û Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) serdana malbatê kir.    Di serdanê de endamê Lijneya Rêveberiya Giştî yê Înîsiyatîfa Heq Mehmet Kaya, diyar kir ku tişta tê jiyîn zilm e û bi lêv kir ku bi armanca diyar bikin ku li cem malbatê ne serdan kirine.    Dayika Emîne Şenyaşar jî têkildarî astengiyên li wan tên kirin û pirsgirêkên tenduristiya xwe şande agahdar kir. Şandeya ku demekê bi malbatê re nobet girt, pişt re veqetiyan.    ‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI CEM MALBATÊ BIN’   Pişt re şandeya ku Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç û Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya yê ji peywîrê hatiye girtin di nav de serdana malbatê kir. Malbatê bi dowiza “Em edaletê dixwazin” şande pêşwazî kir. Serokê Giştî yên PÎA’yê Mehmet Kamaç ê di serdanê de axivî wiha got: “Malbata Şenyaşar 161 roj in nobeta edaletê digire. Herkes dizane ku malbat rastî komkujiyeke çawa hatiye. Ev komkujî bi bêedaletiyê didome. Em weke PÎA ji bo piştevaniyê li vir in. Malbat wê dûr an nêzîk têkoşîna edaletê qezenç bike. Edalet ji bo herkesê derbasdar e. Heke li welatekî desthilat were pîrozkirin di serî de edalet dimire. Em mafê vî welatî yê edaletê biparêzin. Doza malbatê ji bê edaletiyê re mînak e. Em ê heta dawiyê li cem malbatê bin.”   AN MIRIN AN EDALET   Ferît Şenyaşar jî bal kişand ser serdanên piştevaniyê û wiha got: “Em têkoşîneke maf didin. Her kesên ku dibêjin me mirov in divê xwedî li vê dozê derkevin. Wê di vê dozê de heq qezenç bike û zalim winda bikin. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. An mirin an edalet wê me ji vê derê veqetîne.”   Şandeyê demekê bi malbatê re nobet girt û pişt re veqetiya.