ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2021'Ê 2021-08-17 09:00:45     * Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, destnîşan kir ku şaredarî karê 150 kesî bi 23 kesan dide kirin.    * Parlementerê HDP'ê Erol Katircioglû, anî ziman ku piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gotiye "Ez ê pirsgirêka kurdî di nav hefteyekê de çareser bikim" polîtîkaya tecrîda giran ketiye dewrê. Katircioglû, destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê li ser neçareserkirinê hatiye avakirin.    * Aktivîsta Mafên Jinan Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku di serî de jinên mihafizeker û bi giştî hemû jin divê li ber polîtîkayên îslamofobî û yên  ku dîn wekî amûrekê bi kar tînin hatine û dijberî jinan e, rabin.    * Li Êlihê eleqeyeke mezin ji bo berên hişk ên bi destên jinan tên amadekirin, heye.    * Seroka MERÇED'ê Sabahat Aslan, li dijî krîza avhewayê bal kişand ser têkoşînê û got: "Talûke êdî ne li ber derî ye, ketiya nav malê."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar, di roja 162’yemîn dewam dike.     * Rêxistina Demokratîk a Gelan (HDP), wê li navçeya Rezan a Amedê, serdana dikandaran bike. (17.00)