Qeyûm karê 150 kesî bi 23 karkeran dide kirin 2021-08-17 09:02:18   MÊRDÎN - Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku qeyûm tayinî wê hat kirin, destnîşan kir ku şaredarî karê 150 kesî bi 23 kesan dide kirin.    Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayinî wê hat kirin, di şert û mercên giran de dixebitin. Karker di kelegerma havînê de rojê ji 10 saetî zêdetir dixebitin. Karkeran diyar kir ku qeyûm di bin navê "teserifê" de karê 150 kesî bi 23 kesan dide kirin.    BI ŞEV Û BIROJ   Karkerekî ku ji bo ji kar neyê avêtin xwest navê wî neyê aşkerekirin, behsa şert û mercên kar kir. Karker, anî ziman ku karê 150 kesî bi 23 kesan tê kirin û got: "Me pirsî çima wisa ye? Gotinî personel tune ne. Em hem bi şev hem jî biroj dixebitin. Biroj em serê sibehê saet di 6'an de ji mal derdikevin û saet di 7'an de dest bi kar dikin û di 11 an jî 12'an de diçin malê. Êvarî jî em saet di 7'an de dest bi kar dikin û heyya 12'ê şevê dixebitin."    ROJÊ 10 SAET    Karker bilêv kir ku her roj bi rê de diçin û paqijiyê dikin û çendî rojê 10 saetan dixebitin jî, lê wekî 8 saetan tê tomarkirin û got: "Em niha hemû bi vî awayî dixebitin. Roj heye em 15 kîlometre dimeşin û paqijiyê dikin. Ji ber vê pêyên min ziravik bûne. Ji ber meşeke zêde û betlandineke zêde. Ji navê berjêr laşê min dihele. Berê mintiqeya her kesî diyar bû. Piştî cara dudoyan qeyûm hat, kar jî zêde bû. Ji ber vê bi navê jiyan civakî tiştekî me nema. Derûniya me xera bûye."    Karkerekî din jî got: "Bi çend karkeran gelekî îşî didin kirin. Pirsgirêkeke mezin a karkeran jî xebata zêde ye û nebûna saeteke mesaiyê ya diyarkirî. Meaşê me 3 hezar û 459 lîre ye. Pêşî me kirin endamên Sendîkaya Hak-Îş'ê û soz dan ku dê ji sedî 25 meaşê me zêde bikin û dê şert û mercên kar baş bibin. Lê çûn wan û qeyûm li ser ji sedî 5 li hev kirin û şert û mercên kar jî baş nekirin. Ne cejn heye ne jî tiştekî din. Dibêjin deynê şaredariyê heye, ma me ev deyn kirine. Bila biçin kî ev qas deyn xistiye stuyê şaredariyê, hesab ji wan bipirsin. Karê 150 kesî bi 23 kesan didin kirin. Kincekî kar jî nadin. Em bi kincên xwe dixebitin. Tenê êlekeke kesk û spî dane me. Ew jî ji bo gava em bi şev bixebitin, haya wesayîtan ji me çêbibe."    ‘NIKARIN BI RÊ VE BIBIN'    Karker destnîşan kir ku rojê du caran dixebitin û got: "Di dema pandemiyê de mesaî kirin 10.00-16.00. Em di dema pandemiyê de jî roja cejnan her sibeh saet ji 6'an ji mal derdiketin û di 7'an de dest bi kar dikir. Piştî 5 saetan êvarî saet di 7'an de cardin em diçin kar. Hê jî em bi vî awayî dixebitin. Çar sal in dibêjin 'îdare bikin, îdare bikin.' Heger çar sal wisa bin, nexwe li wir pirsgirêkek heye. Nikarin bi rê ve bibin."    MA / Ahmet Kanbal