Katircioglû: Ocalan ji ber ku got 'Ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim' tê tecrîdkirin 2021-08-17 09:03:01 STENBOL - Parlementerê HDP'ê Erol Katircioglû, anî ziman ku piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gotiye "Ez ê pirsgirêka kurd di nav hefteyekê de çareser bikim" polîtîkaya tecrîda giran ketiye dewrê. Katircioglû, destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê li ser neçareserkirinê hatiye avakirin.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Erol Katircioglû, polîtîkayên tecrîdê nirxandin. Katircioglû, anî ziman ku pirsgirêka herî sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka kurdî ye û heya ev pirsgirêk çareser nebe, ne pêkan e ku mirov behsa pêşektina demokrasî û aboriyê bike. Katircioglû, destnîşan kir ku polîtîkaya dewletê ya derbarê kurdan de, hem kurdan hem jî gelên din ê Tirkiyeyê pir mexdûr kiriye.    REWAKIRINA BÊHIHÛQÎTIYAN    Katircioglû, destnîşan kir ku pirsgirêka kurdî di rewakirina bêhiqûqîtiyan de faktoreke girîng e û pergala qeyûm a bi rêya şaredariyên HDP'î hat 'rewakirin', li ŞAredariya Yalova û Zanîngeha Bogazîçiyê jî xwe da der û ev pergal êdî li rojavayê Tirkiyeyê jî tê pêkanîn. Katircioglû, bilêv kir ku pirsgirêka kurdî, pirsgirêka hevpar a tevahiya civakê ye û got: "Heya ev pirsgirêk çareser nebe, ne pêkan e ku Tirkiye pêş bikeve. Dibêjin, 'mesafeyê deynin navbera xwe û PKK'ê.' Ev tiştekî derî rastiyê ye. Em ê çawa mesafeyê deynin navbera dê û alwekî, bav û keçekê. PKK'yî, zarokên vê civakê ne. Di destên hemûyan de nasname hene. Lewma tişta divê bê pirsîn, ew pirs e ku ji bo çi PKK heye. Çima ev serîhldan pêk tê? Tirkiye divê vê ekê nîqaş bike. Tirkiye heya ku vê pirsgirêkê çareser neke, dê nikaribe pirsgirêka demokrasiyê jî çareser bike."    OCALAN Û WELATÊ HEVPAR    Katircioglû, diyar kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurdî bandoreke pir neyînî li aborî, siyaset, çand û hunerê dike û ji bo çareseriyyê divê pergalek bê avakirin ku hemû derdorên cuda bi hev re bijîn. Katircioglû, anî ziman ku heya çareserî pêk neyê dê cihêkarî û pirgsirêk kûrtir bibin, lewma pêdivî bi hevrûbûyînekê heye. Katircioglû, destnîşan kir ku ev ax ne ya derdorekê ya her kesî ye û got: "Birêz Ocalan, ev tişt gotin. Li welatê hevpar, siaseteke li ser asasên wekheviyê divê."    TECRÎD Û ROLA OCALAN    Katircioglû, diyar kir ku Ocalan ji ber ku got "Ez ê pirsgirêka kurdî di nav hefteyekê de çareser bikim" hatiye tecrîdkirin û got: "Lê ev çareseriyê naxwazin. Lewma bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re, nahêlin em sûdê ji fikirên wî bigirin. Heger pêwendî bi Ocalan re bê danîn, dê sûd ji xwedinên wî yên 20 salên di girtîgehê de û ji ceribandinên wî bê girtin. HDP'ê ev tişt anîn rojevê. Divê pêşî li ber vê bê vekirin. Divê mirov bibîhîse bê ka Birêz Ocalan dibêje çi. Lê tecrîd pêşî li ber vê girtiye. Ev tişt jî pêşî li ber pêkanîna vîzyona Birêz Ocalan digire."    POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ    Katircioglû, destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê li ser asasê neçareserkirina pirgsirêka kurdî hatiye avakirin û got: "Em gotinên Ocalan bibihîsin ê çi bibe? Jixwe di 2013'an de pozîsyona xwe aşkere kiribû. Ocalan, vîzyonek wisa çêkir ku mirovên cuda dikarin bi hev re bijîn. Demokrasiyeke xwecihî dixwaze. Kîjan ji vana xeternak e? Dibêjin 'Ew terorîst in, bi wan re rûnenên.' Çima çûn serê çiyê? Ma kî dixwaze biçe çiyê? Nexwe hin tiştên ne li rê hene ku ev mirov berê xwe dan çiyê. Hem ji kurdan hem ji tirkan gelek mirov mirin. Ev hê jî didme û tiştekî êşbar e."    KURD DOZA ÇI DIKIN?    Katircioglû, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li gelek deverên cîhanê pirsgirêkên bi vî rengî bi rêbaza diyalogê hatine çareserkirin û siyaseta berberîbûn û tahdeyê bi kêrî tiştekî nayeê. Katircioglû, bilêv kir ku kurd dilşikestî ne, lewma divê ev yek bê sehîkirin û got: "Kurd, doza mafên wekhev dikin, doza zimanê xwe dikin, li herêmên xwe dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ev tiştine pir rewa ne û li her derê cîhanê hene. Derdekî me yê ku em netewperestiyan bidin ber hev tune ye. Gava tu bi zextan bi ser nasnameya kurdî de biçî, karkerên kurd jî û kardêr jî dibin yek. Em civakeke ku hemû cudahî bi nasnameyên xwe bi hev re bijîn, dixwazin."    MA / Îdrîs Sayilgan