Eleqeyeke mezin ji bo bacanên reş û îsotên hişkkirî heye 2021-08-17 09:04:12   ÊLIH - Li Êlihê, eleqeyeke mezin ji bo bacanên reş û îsotên hişk ên bi destên jinan tên amadekirin, heye.    Li Êlihê bacanên reş û îsotên ji bo zivistanê tên amadekirin, jin bi wan debara xwe dikin. Îsot, balîcanên reş û xirtikên tên berhevkirin, nava wan tê valakirin û paşê li ber tavê tên daliqandin û hişkkirin.    4 SAL BERÊ DEST PÊ KIR    Tahîr Fîdan ku 4 sal ber dest bi vî karî kiriye, li devereke vekirî ku nêzî 200 kes lê dixebitin, zebzeyan hişk dike. Fîdan ku li Taxa Korikê li eraziyekî vala zebzeyan hişk dike, berên xwe difiroşe gelek bajaran. Fîdan, diyar kir ku berê wan biekl in û gelek kes sîparîş dikin.    Fîdan, diyar kir ku ji meha Hezîranê de dest hişkkirinê dikin heya meha Cotmehê û got: "Em her sal 200 donim erd dajon. 4 sal berê ji Aydinê hatim Êlihê. Gava em li Mêrsînê û li deverên din zebzeyên erzan bibînin, em wan tînin hişk dikin. Nêzî 200 xebatkarên me hene. Em van zebzeyan didin malan û ew jî vî karî dikin. Zarokên min bi wesayîtan diçin malan, wan tînin. Em van zebzeyan ewilî di nav avê dadikin, ji bo tûjiya wan jê biçe û paşê em wan daldiqînin."    Fîdan got: "Em bi piranî îsot, bacanên reş, xirtik, bamyayan hişk dikin. Em li ser înternetê difiroşin mişteriyên xwe. Li Êlihê jî em didin tomerîfiroşan. Bi piranî em didin Stenbolê. Li wir cihê me yê bazarê heye. Mişteriyên me li Kayserî, Çorlû, Kastamnonû, Mereşeê jî hene."    Fîdan, bilêv kir ku cihê lê dixebitin biçûk e û got: "Em dixwazin rayedar di vî warî de aliyê me bikin. Qet nebe cihekî 3-4 donim hebûna, dê hejmara xebatkarên me bûbûn 500. Dê ev bi kêrî aboriya Êlihê jî bê."