Lawê Vedat Aydin ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da 2021-08-17 10:45:46   AMED - Lawê Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê di bin çavan de hatibû qetilkirin, Şevder Aydin, ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.    Lawê Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) Vedat Aydin, ê di 5’ê tîrmeha 1991’an de hatibû binçavkirin û bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, Şevder Aydin di encama pêketina şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de jiyana xwe ji dest da. Aydin, ê li bajarê Hewlêr a Herêma Kurdistana Federe dijiya, piştî ku di 12’ê tebaxê de aciz bû, rakirin nexweşxaneyeke bajêr û di beşa lênêrîna awarte de dihat dermankirin. Ji ber ku rewşa wî giran bû, Aydin di 16’ê tebaxê de sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê hat kirin. Aydin, duh şev li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Wê cenazeyê Şevder Aydin îro di saetên nîvro de li goma Gundik a Gundê Haciya Kurdan ê girêdayî navçeya Bismila Amedê were veşartin.