Koma netewperest a kontrola rê kirin li kesekê dan 2021-08-17 12:33:58   ANTALYA - Erhan Sevîm ê li navçeya Kepezê ji aliyê komeke nijadperest a kontrola rê kirin re hat derbkirin, diyar kir ku koma nijadperest bi gotina “Kurdên pîs. Bicehnimin herin ji vir heke em ê we hemûyan bişewitînin” gef li wî xwarine.    Êrişên nijadperest ên ligel şewatên daristanan ên di 28’ê tîrmehê li navçeya Manavgat a Antalyayê derketin û piştî 10 rojan hatin kontrolkirin, dest pê kirin didomin. Komên li bajêr bi çekan kontrola rê dikin, rê digirin û nasnameyan kontrol dikin. Her çiqas ser medya sanal gelek bertek nîşanî vê yekê hatibin dayîn jî hêj tu kirariyên edlî nehatine destpêkirin.    LI KEPEZÊ RÊ BIRÎN   Koma ku roja yekşemê li navçeya Kepez a Antalyayê rê birî, li Erhan Sevîm (45) xistin. Sevîm û hevjîna xwe ku roja yekşemê çûn serdana hevalên xwe, ji bo vegerin mala xwe ya li navçeya Doşemealtiyê di daristanê re derbas bûn. Di vê navberê de komeke ji pênc kesan pêk dihat rê birî û Sevîm sekinandin.    Koma nijadperest ji pirsa Sevîm a “Hûn polîs in?” re bersiva “Nasnameya xwe bide. Tu ji ku derê yî? Da.    Sevîm, da zanîn ku piştî ji wan re got Semsûrî ye bi darê zorê ji wesayîtê hat peyakirin û wiha got: “Çawa ku ez ji wesayitê peya kirim li min xistin. Hem heqaret kirin hem jî bi gotina “Kurdên pîs. Bicehnimin herin ji vir, heke em ê we hemûyan bişewitînin” gef li min xwarin. Di vê navberê e hevjîna min ji wesayîtê peya bû bi gotina alikarî qîr kir. Ji wî alî du wesayît hatin. Piştî ku ew sekinin kesên li min xistin, ber bi wesayîta xwe ve çûn û revîn.”   ÊRIŞ SIYASÎ YE   Sevîm, diyar kir ku ji ber tariyê rûyê kesên êrişkar neditîn û bi lêv kir ku bi kesê re neyartiya wî nîne û êriş temamî siyasî ye. Sevîm, anî ziman ku beşdarî çalakiyên HDP’ê dibe û wiha axivî: “Heke li pişt van kesan hêzek nebe kes nikare cesaret bike ku nasnameyan bipirse. Ji bo ku pêşiya vê yekê were girtin divê dewlet dest biavêje vî karê.”   RAPORA DERB KIRINÊ GIRT   Sevîm, anî ziman ku têkildarî êrişê cendermeyan îfadeya wî wergirtiye û rapora derb kirinê wergirtiye.    MA / Omer Akin