Ji bo ‘hilweşandinê’ bi ser avahiya HDP’ê ya Bedlîsê de girtin 2021-08-17 12:35:08   BEDLÎS - Li Bedlîsê, kargeh û avahiyên bi hinceta "avahiya bixeter" hatine îlankirin, bi zora polîsan tên valakirin. Tîmên hilweşandinê yên bi polîsan re hatin avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a li heman herêmê, derî û paceyên avahiyê jêvekirin.    700 avahiyên ku li taxên Ataturk, Devrîm, Gazîbey, Hersan û Muştakbaba yên navenda Bedlîsê, bi Biryarnameya Serokkomariyê weke "avahiya bixeter" hatine îlankirin, bi zora polîsan tên valakirin. Esnafên ku walitiyê biryara valakirinê ya heta roja yekşemê di saet 17.00’an de teblîxî wan kirin, kargehên xwe terk nekirin. Polîsên ku di saetên serê sibê de hatin herêma ku “bixeter” hatiye îlankirin, mal û kargehan bi zorê vala dikin.    DORPÊÇA POLÎSAN   Tîmên hilweşandinê yên bi polîsan re hatin avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a li heman herêmê, derî û paceyên avahiyê jêvekirin.  Di navbera partiyiyên hatin avahiya partiyê bertek nîşanî hilweşandinê dan û tîmên hilweşandinê de niqaş derket. Polîsên piştî niqaşê ji avahiyê derketin, cade dorpêç kirin.