Rêveberên DEVA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin 2021-08-17 14:40:01 RIHA - Rêveberên DEVA’yê yên serdana malbata Şenyaşar a têkoşîna edaletê dide, kirin ev peyam dan: “Kesên ku wijdana wan heye divê vê qêrînê bibîhisin.”   Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 162’yan de didome. Rêveberên Partiya Demokrasî û Pengavê (DEVA) ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar kirin. Di şandeyê de endamê damêzrînerê Navenda Giştî yê partiyê Denîz Karakûlûkçû, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Giştî Baran Denîz Bagatûr û endam û rêveberên partiyê yên Amed û Rihayê cih girtin.    Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên bi dowiza “Em edaletê dixwazin” endam û rêveberên DEVA’yê pêşwazî kirin, têkoşîna xwe ya edaletê û astengiyên pê re rûbirû dimînin vegotin.    Ferît Şenyaşar, diyar kir ku heta niha bi awayekî kêfî 5 caran hatine binçavkirin û ji bo pankart daliqandine cezayê pere ji wan re hatiye birîn. Dayik Emîne Şenyaşar jî wiha got: “Dozger ji me direvin. Me binçav dikin. Li nexweşxaneyê li ber çavên min komkujî pêk hat. Hûn çima dîmenan vedişêrin.”   ‘DIVÊ EV QÊRÎN WERE BIHÎSTIN’   Serokê DEVA’yê yê Rihayê Ahmet Tuysuz ê li ser navê şandeyê axivî wiha got: “Hevjîn û lawên dayikê bi awayekî derveyî mirovahiyê hatin kuştin. Demekî dirêj bi ser re derbas bû lê lêgerîna wan a edaletê hêj didome. Her roj li vir nobetê digirin û ev qêrîna wan bi tu awayî nayê bihîstin. Hemû ji vê qêrînê re ker bûne. Divê ev qêrîn were bihîstin.”   Tuysuz, xwest ku daxwaza edaletê ya malbatê were bihîstin û wiha axivî: “Ji ber daraz her tim bi fermanan tevdigere kesên xwedî hêz diparêze. Mexdûr hem tên kuştin hem jî tên girtin. Her kesên ku wijdana wan heye divê vê qêrînê bibîhisin. Ji bo ku em jî guh bidin vî dengî li vir in. Divê ev deng were bihîstin.”   Şandeya ku demekê bi malbatê re nobet girt, pişt re ji cihê nobetê veqetiya.