Balafirên TSK'ê li nexweşxaneyeke Şengalê xistin 2021-08-17 15:08:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê li nexweşxaneyeke Şengalê xistin.    Li gorî nûçeya di Rojnewsê de cih digire balafirên şer ên Tirkiyeye li nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê Şengalê xistin. Li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene. Hat diyarkirin ku Sikêniyê dikeve Başûrê navenda Şengalê.   Balafirên şer ên Tirkiyeyê duh jî bombe li Sûka Kevn a Şengalê barandibûn. Di encama êrîşê de fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û birazîyê wî şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest dabûn û 3 kes jî birîndar bûbûn.