Zarokên ketin qenala avê jiyana xwe ji dest dan 2021-08-17 16:37:44   RIHA  - Li navçeyên Eyyubiyê û Halîliyê, hat îdîakirin ku zarokê 8 salî B.A. û yê 17 salî H.Y. ên ketin qenala avê jiyana xwe ji dest dan.   Li navçeyên Eyyubiyê û Halîliyên Rihayê, hat îdîakirin ku 2 zarokên bi navê B.A. (8) û H.Y. (17) ên ketina  qenala avê jiyana xwe ji dest dan.    Li Taxa Ataturk a navçeya Eyyubiyê, zarokê 8 salî B.A., di 13’yê Tebaxê de ket qenala avê û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Mehmet Akîf Înan jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdîayan, B.A. dema ku lîstik dilîst bêhemdê xwe ketiye avê û di qenalê de winda bûye. B.A. îro li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da ye.    Li Taxa Şenyaçoban a girêdayî navçeya Halîliyê jî, hat îdîakirin ku zarokê 17 salî H.Y. ket qenala avê ya aydê Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) û jiyana xwe ji dest da ye. Li gorî îdiayan, H.Y. duh dema li qiraxa qenal digeriya, bêhemdê xwe ketiye avê. Piştî xebatên lêgerînê yên hatin kirin, îro cenazeyê H.Y. ji avê hat derxistin. Cenazeyê H.Y. rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Rihayê.   DI MEHEKÊ DE 20 KES   Li Rihayê tevî zêdebûna mirinên di qenalên avdan û hewzên di bin kontrola DSÎ’ê de, tedbîrên pêşîlêgirtinê nayên girtin. Di nava meha dawî de, herî kêm 20 kes ketin qenalên avdanê û bendanên dibin kontrola DSÎ û jiyana xwe ji dest dan.