BMG’ê banga têkoşîna hevpar kir 2021-08-17 16:38:18   EDENE - BMG’ê, diyar kir ku desthilata AKP û MHP’ê dixwaze civak bê nefes bihêle û banga têkoşîna hevpar kir.    Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG), di çarçoveya kampanyaya “Em bibin yek em ê serbikevin” a dan dest pê kirin de, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Seyhana Edeneyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endamê BMG’ê Mehmet Firat Ekmen axivî. Ekmen diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê dixwaze civakê bê bêhn bihêle û wiha got: “Sedemê herî girîng yê xizanî û qeyrana heyî polîtîkayên desthilatê yên mîlîtarîst in. Desthilat bi salan e li Rojava û li Başûrê Kurdistanê û di oxira armancên hêzên emperyalist de li gelek deverên cîhanê eskerên xwe bi cih kirine, êrişên dagirkerî û îmhayê dike û zêdetirî çavkaniyên me ji endustriya şer re xerc dike.”   BANGA TÊKOŞÎNÊ   Ekmen, destnîşan kir ku bi polîtîkayên xerab ên desthilatê bi şewat, şer û komkujiyan re rûbirû man û wiha axivî: “Em li dijî polîtîkayên desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê yên xizanî, înkar û îmha û bêpêşeroj hiştinê hemû beşên xizan, kedkar vedixwînin refên xwe. Em kesên ku dibîne û dibêje ev desthilat têk diçe vedixwînin ku faşîzmê têk bibin û şûna wê jiyaneke demokratîk, azad, mirovî û aştiyane ava kirinê.”