Kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2021-08-17 16:52:56   MÊRSÎN - 13 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.   Li Mêrsînê di serdegirtinên malan ên di 9’ê tebaxê de, Ozgur Şen, Ozgur Sûngûr, Serhat û Tûgba Salman, Hasan Aktaş, Ramazan Aslan, Bedran Etîz, Mahmût Dayan û kesekî ku navê wî nehat zanîn bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “ser navê rêxistinê çalaki pêk anînê” hatibûn binçavkirin. Her 9 kes piştî kirariyên îfadeyan ên li Miduriyeta Polîsan a li Bajêr sewqî Edliyeye Mêrsînê hatin kirin.    Dozgeriyê piştî îfadeyan 3 kes berdan û 6 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê ya Sûlhê ya Mêrsînê kirin. Dadgehê her 6 kes jî bi şertê kontrola edlî berdan.    Li aliyê din hat hînbûn ku 4 kesên ji ber parvekirinên medya sanal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” li navçeya Tarsûsê beriya 4 rojan hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya dozgeriyê hatine berdan.