Heso Îbrahîm: Êrîşa li ser Şengalê şermezarî ye ji dewleta Iraqê re 2021-08-17 21:15:04     ŞENGAL - Hevserokê Rêveberîya Xweser a Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm diyar kir ku nexweşxaneya ku dewleta Tirkiyeyê ew bombabaran kir cihekî însanî ye û got: “Nokteya dewleta Iraqê 50 metreyî jê dûr e. Ev şermezarî ye ji dewleta Iraqê û Serokwezîr Mistefa Kazimî re."    Duh dema Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî çû Şengalê di heman rojê de dewleta Tirkiyeyê jî li navenda Şengalê li ser rêya Sûka Kevn li dijî wesayîteke Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) êrîşek pêk anîbû. Di encama êrîşê de fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û birazîyê wî şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûbûn. Îro jî careke din dewleta Tirkiyeyeyê Nexweşxaneya Sikêniyê bombabaran kir. Li gorî agahiyên ewil gelek birîndar hene.    Hevserokê Rêveberîya Xweser a Demokratîk a Şengal e Heso Îbrahîm, êrîşên li dijî Şengalê ji Ajnasa Meyopotamya (MA) re nirxand.     Heso Îbrahîm, êrîşa duh bibîr anî û got: “Ev du roj in êrîş li ser Şengalê çêdibin. Duh darbeyek li fermandarîya me YBŞ xistin û hevalê Seîd û braziye wî li wira şehît ketin.” Heso Îbrahîm bal kişand ser serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî ku çûbû Şengalê û got: “Kazimî Şengal firotî ye. Çawa wekî ku sala 2014 a Şengal teslîmî DAÎŞ hat kirin, diyar e ku niha jî dixwazin teslîmî dewleta Tirka bikin."   'CIHEKÎ ÎNSANÎ BU'    Heso Îbrahîm bal kişand ser êrîşa îro ya li hemberî nexweşxaneyê û got: “Îro jî li gundê Sikêniyê nexweşxaneyê bombebaran kirin. Ev der cihekî însanî bû. Ku birîndarê Tirkan an jî birîndarê DAÎŞ jî hebûna jî karîbûn bihatana vê nexweşxaneyê. Cihekî însanî bû. Birîndar hene di nava wan de leşker jî hene û sivîl jî hene. Heta niha şehît hene an jî nînin em nizanin, tenê em dizanin birîndar pir in. Bûyer bi vî rengî ye."   'NOKTEYA IRAQÊ 50 METRO DÛR E'    Heso Îbrahîm anî ziman ku nokteya leşkerê Iraqê ji cihê bûyerê 50 metro dûr e û wisa berdewam kir: “Tişta herî balkêş nokteya dewleta Iraqê 50 metreyî jê dûr e. Destpêkê nedihiştin gel bi birîndaran re here vê derê. Min bi zor da wan heta ez bi birîndaran re hatim. Şermazariyeke glekî mezin e. Hekî îro dewlet bêje ez dewlet im li kelaka wan 50 metreyî dewleteke wekî Tirkî ku DAÎŞ çêkirî li axa wê bide ku bêje ez dewlet im. Ev şermezarî ye ji dewleta Iraqê û Serok Mistefa Kazimî re. Ji dêvla bêjin em ê Şengalê rakin, dîsa komkujiya dikin."