Li Şemzînanê şewata daristanê derket 2021-08-18 08:50:59   COLEMÊRG - Li derdora gundê Nêrkolê yê bi ser navçeya Şemzînanê ve duh bi şev şewat derket û belav dibe.    Li qada daristanê ya li nêzî çiyayê Gomanê ku nêzî gundê Nêrkole yê bi ser navçeya Şemzanînê ve ye şewat derket. Şewat duh bi şev derket û bi saetane didome û belav dibe. Heta niha mudaxileyî şewatê nehatiye kirin û leşker nahêlin ku gundî jî mudaxile bikin.    Serokê Yekîtiya Odeya Esnaf û Sinetkaran a Colemêrgê Muharrem Tekîn li ser medya sanal banga vemirandina şewatê li saziyên rayedar kir. Her wiha Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede jî li ser medya sanal banga vemirandina şewatê li saziyên peywendîdar kir.