ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2021'AN 2021-08-18 09:00:14   * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ew ê yekîtiya neteweyî bo ku pêk were ji partiyên siyasî wêdetir dê di nava civakê de ava bikin û got: “Têkoşîna gelê kurd di wê pozîsyonê de ye ku astengiyên li pêş yekîtiyê rake.”    * Li navçeya Cizîrê endamên HDP'ê beyî ku haya wan jê hebe kirine endamên AKP'ê.    * Feminîst Hulya Osmanagaoglû, diyar kir ku Şoreşa Rojavayê rêxistinbûyîneke şoreşa demokratîk e û got: "Model, bes ne mafên qanûnî ye, bihêzbûna jinan a li nav malê li dijî mêran û parastina mafên li nav malê jî di xwe de dihewîne. Şoreşa Rojavayê, awayê avakirina gava piştî şoreşa demokratîk nîşan dide."    * Hevserokê HDP'a Sêrtê Yûsûf Batûr, ji bo hevdîtina "Dem Dema Azadiyê ye" ku dê di 20'ê Tebaxê de li Sêrtê bê kirin bang kir û anî ziman ku dê li dijî zext û zoriyan li qadan bin.    * Hevserokê Giştî yê ESP'ê Sahîn Tumuklu, destnîşan kir ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de demokrasiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin û ji bo rakirina tecrîdê bal kişand ser têkoşînê.    * Mahmoûda A. ku got "Li Afxanîstanê gava mirov jineke sekuler û aktivîst be, ev bi xwe navê dî yê dojehê ye. Mesele tenê ne ew e ku mirov biçe dibistanê an jî bixebite, heger hûn ne azad bin hûn nikarin bijîn" xwest gelên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan dengên wan bibhîsin.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 163’yemîn de dê berdewam bike.    * KESK ji bo pêvajoya hevdîtina komî wê ji Edîrne û Êlihê bi du baskan ve bi ber bi Enqereyê ve meşê bide destpêkirin. Beriyê meşê dê daxuyanî bên dayîn. (10.00)   * TJA, KCD, DBP û HDP wê têkildarî êrişên Tirkiyê yên li dijî Şengalê li Buroya Îrtîbatê ya Navenda Giştî ya DBP'ê daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)