Endamê HDP'ê kirin endamê AKP'ê 2021-08-18 09:01:28   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê endamên HDP'ê beyî ku haya wan jê hebe kirine endamên AKP'ê.    Li navçeya Cizîr a Şirnexê gelek welatiyên ku dixwestin bibin endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derket holê ku beyî ku haya wan jê hebe, ew kirine endamên AKP'ê. Ahmet Benzer ku di rêveberiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê de cih digire û welatiyê bi navê Omer Çakir bêyî ku haya wan jê hebe ew kirine endamên AKP'ê. Cevher Acar jî kirine endamê Partiya Muhafazakar a Netewperest. Her sê kesan jî diyar kir ku ew ê gilî bikin.    DÊ GILÎ BIKIN   Cevher Acar ku beyî haya wî hebe ew kirine Partiya Muhafazakar a Netewperest anî ziman ku li dijî zext û êrîşên li ser HDP'ê xwestiye bibe endamê HDP'ê, lê gava xwestiye endamtiya xwe çêbike pê hesiyaye ku bêyî haya wê jê hebe wî kirine endamê partiyeke din û got: "Dema ku min ji bo endamtiya serî li HDP'ê da, min dît ku ez kirime endamê partiyeke ku ez navê wê jî nizanim. Ez nizanim ku wan hejmara nasnemeya min ji ku peyda kirine û ez kirime endam. Ez ê gilî bikim. Gelek welatiyan bêyî ku haya wan jê hebeî wan dikin endam. Bila gelê di vî warî de hişyar be."    'MIN BETAL KIR Û EZ BÛM ENDAMÊ HDP'Ê'   Welatiyê bi navê Omer Çakir jî anî ziman ku bêyî ku haya wî jê hebe wî kirine endamê AKP'ê û got: "Ji bo ku em bibin endamê partiya xwe em hatin. Lê me dît ku endamtiya me ji bo partiyeke din çêkirine. Ez matmayî mam. Min di heman rojê de li ser e-devlet'ê endamtiya xwe betal kir û ez bûm endamê HDP'ê."    'DIVÊ GELÊ ME HIŞYAR BE'    Hevserokê HDP'a Cizîrê Mesut Nart jî derbarê vê mijarê de diyar kir ku li tax û gundan bi dehan kes beyî ku haya wan jê hebe ew kirine endamên AKP'ê û got: "AKP li ser navê alikariyê bi komek rihspiyan  li gund û taxan xebata endamtiyê dimeşîne. Li dijî vê xebata AKP'ê em dixwazin ku gelê me bibe endamên HDP'ê. Her wiha gelê me bila li dijî van lîstokan hişyar be. Heger beyî vîna wan endamtiya wan çêkiribin, dikarin betal bikin."