Bangawazî ji bo hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê' ya li Sêrtê 2021-08-18 09:02:09   SÊRT - Hevserokê HDP'a Sêrtê Yûsûf Batûr, ji bo hevdîtina "Dem Dema Azadiyê ye" ku dê di 20'ê Tebaxê de li Sêrtê bê kirin bang kir û anî ziman ku dê li dijî zext û zoriyan li qadan bin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya HerêmêN Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di çarçoveya kampanyaya "Dem Dema Azadiyê ye" de li Sêrtê hevdîtinê bi gel re bikin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê tevli hevdîtinê bibin. Hevdîtin dê di 20'ê Tebaxê saet di 16.00'an de li ber avahiya HDP'a bajêr bê kirin.    ‘EM Ê QADAN TIJE BIKIN'    Hevserokê HDP'a Sêrtê Yûsûf Batûr, bilêv kir ku ji bo hevdîtinê dest bi xebatan kirine û dê li dijî zext û zoriyan qadan tije bikin. Batûr ji bo doza derbarêg irtina partiya wan de jî got: "Qanûnên xwe eciqandin û bi hincetine beredayyî doza girtinê vekirin. Bi hezaran HDP'î bi awayekî bêhiqûqî girtî ne. Bi ser jî dixwazin HDP'ê bigirin. Em baş dizanin her êrîşek, xwedî hincetek berxwedanê ye. Her ku ew êrîş dikin, em diherikin qadan û qadan tije dikin. Em li qadan dibînin ku zextên li ser HDP'ê nayên qebûlkirin. Gel, polîtîkayên nîjadperst û faşîst qebûl nake. Gel, doza aştiyê dike. Em ê di vê hevdîtinê de jî berteka xwe nîşan bidin."   Batûr bang li gelê bajêr kir ku tevli hevdîtinê bibin.