Xebata Tifaqa Kurdistanî: Divê hikumeta Tirkiyê rêzê ji Şengalê re bigire 2021-08-18 10:08:20   AMED - Xebata Tifaqa Kurdistanî êrişên balafirên şer ên li ser Şengalê pêk tên ku duh jî li dijî nexweşxaneyek pêk hat şermezar kir û bang li hikumeta Tirkiyê kir ku rêzgirtinê ji xelkê Şengalê û statûya Kurdistanê re bigire.    Xebata Tifaqa Kurdistanî êrişên balafirên şer ên Tirkiyê yên li ser Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir.    Daxuyaniya Tifaqê ya bi sernavê "Em êrişên firokeyên şer a dewleta Tirk li ser Şingalê şermezar dikin" wiya ye:   "Firokeyên şer ên Tirkiyê li Şingalê êriş li ser Nexweşxaneyek pêk anî. Ji piraniya wan xelkên sivîlên ku nexweşên coronayêne têne dermankirin mirî û birîndar hene. Em bi tundî êrişê şermezar dikin û ji birîndaran re saxî û silametiyê dixwazin. Li gor qanûn û peymanên navnetewî, di rewşa şer de jî armanc girtina qadên xelkên sivîl û nexweşxaneyan hatiye qedexekirin û her weha tawaneke mezin e. Em li hemberê ev êrişê banga helwestgirtinê û şermezarkirinê, ewilî ji Neteweyên Yekbûyî û ji raya giştî ya navnetewî dikin. Ev êriş rasterast û vekirî destdirêjiya serweriya rêveberiya Herêma Kurdistanê ye. Em banga li Hikumeta Kurdistanê jî dikin ku vê êrişê şermezar bike. Em bang li Hikumeta Tirkiyê dikin; rêz li daxwaza xelkên Şingalê û barîdoxa Kurdistanê bigrin.   BÊAGAHIYA HIKUMETA IRAQÊ PÊK NEHATIYE    Do berî çend saet ji serdana serokwezîrê Iraqê Kazimî bo Şingalê, ji aliyên firokeyên şer ya Tirkan bordumankirina qada bajêr, û îro jî nexweşxaneya wê dide xuyakirin ku bê agahiya Hikumeta Iraq a Fedaral nehatiye kirin. Hikumeta Kazimî wekî ew polîtikayên xwe yên erebkirina Kerkuk û deverên din yên Kurdistanê, bi awayeke cuda ligel hevkariya hikumeta Tirkiyê li Şingalê jî dişopîne. Em banga Hikumeta Iraq a Federal dikin, helwestek li dijî van êrişên serpêçiya/destdirêjiya qada asîmaniya xwe bigrin. Bi honana dîwaran li dorberên Tirkiyê jî, vekirî xuya dibe ku  li hundir û li derve polîtîkayên li ser nemana destkeftinên miletê Kurd çareseriyê nahêne. Ji bo danîna pireya peywendî û aştiyê ligel Rojhilata Navîn, em banga naskirina rasterast û fermî bi destkeftinên aliyên/parçeyên Kurdistanê ji hikumeta AKP û dewleta Tirkiyê dikin.   DIVÊ PARTIYÊN ME SIYASÎ AMADE BIN    Em banga raya giştî ya navnetewî û milletê xwe dikin; alîkariya xelkê Şingalê ku hêj birînên xwe yên êrişên DAIŞ'ê dipêçe bikin. Em bang li partiyên xwe yên siyasî yên kurd dikin; bûyerên ku li Efxanîstanê de dibin û wê bibin li ber çavan bigirin û li pêşveçûnên rêveberiya Herêma Kurdistan û Rojavaya Xweser baldar bibin û bi tifaqa netewî li hemberê rengê senaryoyan amade bin."