Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê ya rojane derket ser 2 hezaran 2021-08-18 10:10:06   AMED - Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, diyar kir ku li Ameda hejmara pêketiyan a rojane gihiştiye 2 hezar û 300 kesan, rewşeke awarte diqewime û ji bo kêmkirina pêketiyan bal kişand ser girîngiya fîlyasyon, îzolasyon û derzîbûnê.    Li Amedê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) her roja ku diçe zêde dibin. Li bajêr hejmara pêketiyan derket ser 2 hezaran. Kapasîteya nexweşxaneyên ku xizmeta Kovîd-19’ê didin sedî sed tejî bûne. Li bajêrê ku varyanta deltayê lê zêde dibe, rêjeya derzîkirinê kêm e. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, bal kişand ser tabloya xeternak a li bajêr û destnîşan kir ku ji bo bikevin pêş belavbûna pêketiyan divê girîngî bidin fîlyasyon, îzolasyon û derzîbûnê.    TABLO XETERNAK E   Tûran, diyar kir ku bi pêvajoya “normalbûnê” hejmara pêketiyan gelek zêdebûye û wiha got: “Dema me rêjeya derzîbûnê ya li herêma me dît rewşeke wisa me didît. Ev pandemiya kesên derzînebûne ye. Ev hejmara pêketiyan hejmara nexweşên li nexweşxaneyê radizin jî zêde kir. Rojê nêzî 2 hezar 300 pêketiyên pozîtîf tên tespîtkirin. Hejmara nexweşên ku li nexweşxaneyê radizin û tedawiyê dibînin 650 ye û nêzî 160’î van di beşa lênêrîna awarte de ne. Ji sedî 80’yî nexweşên di beşa lênêrîna awarte de tên razandin, ji kesên derzî nebûne pêk tên. Li Amedê me hin serwîs girti bûn lê di vê pêvajoyê de me dîsa vekirin û bi awayekî lezgîn tejî dibin. Ji ber niha di beşa lênêrîna awarte cih nîne hin nexweşan di beşa lezgîn de disekinînin. Hejmara pêketiyan ji ber varyanta deltayê zêde bû. Divê zêdetir test werin kirin ku em kesên asemptomatîk tespît bikin û izolasyona wan bikin. Ji ber ku wê vîrûs zêdetir belav bibe û bibe sedemê varyantên nû.”   BEXŞANDÎBÛNA CIVAKΠ   Tûran, da zanîn ku bi kampanyaya “Derzîbûnê berpirsyartiya me ya civakî ye” rêjeya derzîbûnê zêde bû û wiha berdewam kir: “Di doza ewil ya derzîbûnê de ji sedî 20 ya duyemîn ji sedî 14 derzî bûbûn. Lê piştî kampanyayê doza ewil ya derzîbûnê derket ji sedî 51 ya duyemîn jî derket ji sedî 29’an. Li dijî derzîbûnê bêwarî û fikar hebûn lê bi xebatên me hejmara derzîbûnê zêde bû. Hêj jî kêm e ji ber ku ji bo em behsa bexşandîbûna civakî bikin divê ji sedî 80 civak derzî bibe. Bajarê me hêj di bin rêjeya navêndî ya Tirkiyeyê de ye.”    ‘XWE Û KESÊN DERDORA XWE BIPARÊZIN’   Tûran, destnîşan kir ku divê derzîbûyîn bi leztir bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê giranahiyê bidin fîlyasyonê ji ber ku rojê nêzî 2 hezar û 300 pêketî tên tespîtkirin. Temasên van hene. Divê em kestên asemtomatîk tespît bikin û izolasyona wan bikin. Em derzî bibin jî divê bergiriyên xwe yên kesayetî bigirin. Em maske bikarbînin û nekevin cihên qelebalix. Heke em baldar nebin wê serwîsên li nexweşxaneyan hatine vekirin bi awayekî lezgîn tejî bin. Pergala tenduristiyê hatiye asta ku vî barî nikare hilgire. Dermankirina nexweşên Kovîd-19’ê jî dereng dimîne. Polîklînîk jî kêm bûn, ji xeynî yên lezgîn emeliyat jî sekinîne. Derzîbûyîn berpirsyartiya me ya civakî ye, bi derzîbûnê divê em xwe û kesên derdora xwe biparêzin.”   MA / Eylem Akdag