Li Amedê 56 kes serbest hatin berdan 2021-08-18 10:54:17   AMED - Li Amedê ji 58 kesên hatibûn binçavkirin 56 kes piştî îfadeyên li miduriyeta polîsan hatin berdan. Du kes jî dema binçavkirina wan dirêjkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta parvekirinên li ser medya sanal bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" lêpirsîn dabû destpêkirin û biryara binçavkirina 88 kesan dabû. Di 13'ê tebaxê de di çarçoveya lêpirsînê de polisan bi ser 104 malan de girtibû û nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozer û rojnameger Kadîr Bayram jî di nav de 58 kesan binçav kiribûn. 56 kesên îfade dan Miduriyeta Polîsan a Amedê serbest hatin berdan û dema binçavkirina du kesan jî hat dirêjkirin.