Malperên JinNewsê û Rojnameya Welat hatin astengkirin 2021-08-18 11:17:57   AMED - Malpera JinNewsê cara 32'yemîn û malpera Rojnameya Welat jî cara 2'yemîn hat astengkirin.    Dadgehên Antalya û Amedê malperên Rojnameya Welat û Ajansa Jinnewsê asteng kirin. Malpera Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINNEWS) ku li bakurê Kurdistanê weşanê dike cara 32’yemîn û malpera Rojnameya Welat a ku li Ewropayê weşanê dike jî cara 2’yemîn hat astengkirin.   Rojnameya Welat ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya 6’emîn a Antalyayê ve hat astengkirin. Ajansa Nûçeyan a Jinê JINNEWS jî ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê yê 1’emîn a Amedê ve hat astengkirin.