Li Şengalê armanc bêstatû hiştin e 2021-08-18 12:23:49 HÊWLÊR - Rêveberên Iraq û PDK’ê yên dixwazin bidestxistina statûyê ya êzidiyên ku bi qirkirina DAIŞ’ê re rûbirû hiştin asteng bikin, hevî dikin ku bi êrişên Tirkiyeyê yên bi pejirandina Amerîkayê pêk tên, Şengalê bê parastin bihêlin û hewceyî ber destê xwe bikin. Civaka navnetewî jî weke êrişên berê ji êrişên hewayî yên artêşa tirk re bêdeng in. Êzidiyên bi sedsalan e ku li Şengalê dijîn di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi êrişên DAIŞ’ê yên qirKirinê re rûbirû man, îro jî bi êrişên hewayî yên Tirkiyeyê re rûbirû ne. Balafirên artêşa tirk di 16’ê tebaxê de li navenda Şengalê wesayîteke sivîl hedef girt û duh jî nexweşxaneya li gundê Sikêniyê yê dikeve başûrê bajêr bombebaran kir.    Ligel ku gelek welatan êrişên DAIŞ’ê weke qirkirin qebûl kirin jî ji êrişên Tirkiyeyê yên ser êzidiyên rêveberiyeke xweser avakirin re hemû cîhan bêdeng e. Hêzên Koalîsyona Navnetewî ku Amerîka serkêşiya wan dike û li Iraqê ne, bi bêdengiyê êrişên artêşa tirk dipejirînin. Hikumeta Iraqê û ya Herêma Kurdistana Federal jî li dijî şikandina vîna êzidiyan bêdeng dimînin.    DEMA KAZIMÎ LI ŞENGALÊ BÛ ÊRIŞ HAT KIRIN   Bi destûra Amerîkayê û daxwaza Tirkiyeyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de di navbera Hikumeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe Peymana Şengalê hat îmzekirin û bi vê peymanê şikandina vîna êzidiyan tê hedefgirtin. Piştî ku artêşa Iraqê di çarçoveya peymanê de li bejahiyê tevgeriya û encam negirt, tê diyarkirin ku dema Serokwezîr Mûstafa Kazimî li Şengalê bûye qada hewayî ji Tirkiyeyê re hatiye vekirin.    PLANA ŞIKANDINA VÎNÊ    Piştî ku artêşa tirk êrişên di 23’yê nîsanê de li ser herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dan destpêkirin re 115 roj in tu encam nagire, peymana Şengalê dike hêcet û êrişî Şengalê dike. Tirkiye bi van êrişan armanc dike ku bidestxistina statûyê ya kurdan asteng bike, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku di rêveberiya Iraq û Herêma Kurdistanê de cih digire dixwaze ser êzidiyên di sala 2014’an de bi êrişên DAIŞ’ê re rûbirû hiştin careke din serweriya xwe ava bike. Bi êrişan armanc dikin ku vîn û hêza êzidiyan bişkînin û bi hêceta qelsiya ewlehiyê Şengaliyan bigirin bin kontrola xwe.    IRAQ DILÎZE   Hikumeta Iraqê, ji bo ewlehiya Şengalê qels nîşan bide hewl dide ku bi propagandaya di navbera Mûsil, Zaxo û Sûriyeyê bi rêya qaçakçiyan tiryak, çek û derman tên bar kirin, qaçakçitiya mirovan tê kirin ewlehiyê bêxe asteke biniqaş. Artêşa Iraqê ji bo Peymana Şengalê bi cih bîne hewl da sê caran bikeve Şengalê û li noxteyên kontrolê yên ser rêyên gundên herêmên êzidî yên weke Til Kasap, Koço ku eskerên êzidî û şirte (asayiş) lê ne ereban bi cih bike. Êzidiyên li navenda Iraqê qeydkirine, li saziyên dewletê yên navenda Şengalê kirin notirvan. Li dijî van bi gotina DAÎŞ wê ser sînorê Rojava û Sûriyeyê êrîş bike Şengalî tirsandin û Mûhafizên Sînor ên Iraqê weke dewriye geriyan. Di çarçoveya heman planê de artêşa Iraqê hêzên xwe yên nêzîkî bajêr bi cih kirin paş ve kişandin û xwest şûna wan hêzên asayîşê ku wan amadekirina li wir bi cih bike. Piştî ku Hikumeta Iraqê encam negirt, hewl dide Şengaliyan bi êrişên artêşa tirk zeft bike.    GELÊ ŞENGALÊ JI PDK’Ê Û IRAQÊ BI HÊRS E   PDK ya perçeyekî operasyonên Tirkiyeyê ya li herêmê dimeşîne ye jî dixwaze reva pêşmergeya ya di êrişên DAIŞ’ê yên di 3’yê Tebaxa 2014’an de ser Şengalê bide jibîrkirin. PDK, dixwaze li gorî peymana di nava Bexda û Hewlêrê de hatiye kirin tevbigere û Şengalê bê pirsgirêk bi dest bixe. Li gel van gavên PDK’ê jî Şengalî ji êrişên tên kirin Tirkiye, PDK û Iraqê dibînin. Êzidiyên ku difikirin ku her du êrişên dawî bi îstîxbarata PDK’ê û Iraqê hatiye kirin, dihizirin ku Hikumetên PDK’ê û Iraqê îro jî ew bi êrişên Tirkiyeyê re rûbirû dihêlin.    MA / Erdogan Altan