Li Botanê ‘Dem dema azadiyê’ ye: Hûn nikarin koka gelê kurd ziwa bikin 2021-08-18 13:00:56 ŞIRNEX - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, diyar kir ku dewlet dixwaze kurdên sexte biafirîne û got: "Çi dikin bila bikin wê nikaribin bi komkûjî û êrişan koka gelê kurd ziwa bikin.” Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Cizîra Şirnexê di çarçoveya kampanyaya "Dem dema azadiyê ye" bi tevlîbûna  Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, parlementerên HDP'ê yên herêmê, rêveberên HDP'ê yên navend û navçe, Aktîvîstên TJA'yê û  Dayîkên Aştiyê civîna gel li dar xist.    Civîna ku li eywana kongreyê hat lidar xistin de, pankartên" Em gel in li her derê ne", “Serkeftin ya me ye", "Em Cizîrî ne, Em HDP ne, li her derê ne" hatin daliqandin. Civîn bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.   'EV TÊKOŞÎN LI BOTANÊ DEST PÊ KIR'   Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel axivî. Temel, anî ziman ku gelên Tirkiyeyê di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û wiha axivî: "Li çar parçeyê Kurdistanê têkoşîna hebûnê tê dayîn. Gelê ku sed sal in hatiye parçekirin û kolekirin, beriya 40 sal pêşî têkoşîna azadiyê ji nû ve vejiya. Meha Tebaxê ji bo gelê kurd û gelê Botanê mehekî dîrokî û xwedî wate ye. Gelê kurd 40 sal in bênavber têkoşîna hebûnê dide. Ev têkoşîn li beraberî bedelên giran û têkoşînek mezin gihîşt merheleyek dîrokî. Îro berhemên têkoşîna azadiyê li Rojavayê Kurdistanê te dayîn. Jin li wir pêşengiya civakê dikin. Gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi wê ruh û felsefeya xûrt niha pêşengiya Rojhilata Navîn dikin. Gelên ereb, sûryanî, tirkmen û hemû gelê din li Rojavayê Kurdistanê xeta azadiyê û jinparêz ji xwe re mînak digirin. Ev jî serbilindiya keda Botanê ye. Ev têkoşîn li Botanê dest pê kir. Ji ber vî yekê li dijî têkoşîna 40 salî, polîtîqayên qetlîamê û tunekirinê taybet hatin meşandin. Tu mafê hebûnê ji gelê kurd re nayê dîtin.”   ‘NIKARIN KOKA GELÊ KURD ZIWA BIKIN'   Temel bal kişand ser artêşa tirk ên li ser Şengalê kir û wiha domand: “Kesên ku neyartiya gelê kurd dike duh li Şengalê dîsa rûyê xwe yê kûjer nîşanî me da. Rejîma faşîşt ku niha li ser kar e qebûl nake ku li başûrê Kurdistanê, li Iraqê, Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê azad bibe û bibe xwedî statû û nasname. Êzidiyên ku pêşengiya kurdan dikin, bi 74 fermanan neqediyaye, îro jî rejîma AKP’ê kar û barên ku DAIŞ’ê nîvco hiştiye û bi berxwedanê hatiye şikandin dixwaze heman tiştê bike. Êrişa ku duh li Şengalê pêk hat jî wateya wê ev e. Ev pergala qetlîamkar li Konya, Îzmîr û li metropolên din ên Tirkiyê li ser kar e. Dixwazin tiştekê wisa ava bikin ku kurdiyatî weke sûc bidin nîşandan. Ew çi dikin bila bikin wê nikaribin bi komkûjî û êrişan koka gelê kurd ziwa bikin. Ew ê nikaribin vîna gelê kurd bişkînin.”   ‘NIKARIN XETA OCALAN QELS BIKIN'   Temel, di dawiya axaftina xwe de de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Bi tecrîtê tê xwestin ku civakê teslîm bigirin. Ev çîrok bi tecrîdê dest pê kir. Tiştê ku niha dikin bi tecrîdkirina Rêzdar Ocalan dest pê kir. Dixwazin bi tecrîdê Kurdistanê bandor bikin. Ew difikirin ku Rêzdar Ocalan bê tecrîdkirin, sazî û dezgehên gelê kurd, şaredariyên gelê kurd têk bibin û li dijî saziyan êrişên dagirker rêve bibe. Bi êrişan difikirin ku gel paş ve gavê biavêje. Lê belê bila baş bizanibin ku gelê kurd bi fikir, raman û felsefeya birêz Ocalan xwedî nav û xwedî nasname bûne. Ne girtina HDP’ê, ne êrişên hovane yên li dijî gelê kurd nikare xeta Rêzdar Ocalan li Bakurê Kurdistanê qels bikin.”   Piştî axaftina Temel, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.