Du kesên ku Aysel K. revandibûn hatin berdan 2021-08-18 13:01:47   AMED - Xwendekara lîseyê Aysel K. ya ku hatibû revandin, di serdegirtina polîsan a malê de hat dîtin.   Xwendekara lîseyê Aysel K. (17) a di 20’ê tîrmehê de ji aliyê hin kesên pêşiya teqsiya lê siwar bûbû girtin ve hatibû revandin piştî 27 rojan duh şev li mala ku lê dihat girtin hat dîtin.    Dayika Aysel K., Şakîre K. ya ji ajansa me re axivî diyar kir ku piştî revandina keça xwe diçe Midûriyeta Navenda Polîsan a Şehîtlîk a Navçeya Yenîşehîrê û dixwaze gilî bike. Lê Miduriyeta Polîsan, bi hinceta “betlaneya cejnê” piştî 6 rojan serlêdana wê digire. Dayik Şakîre K. diyar kir ku di vê navberê de 6-7 caran çûye qereqolê û ligel ku nav-paşnav û nimreyên telefona kesên ku jê guman dikir dan polîsan jî keça wê nayê dîtin   SERBEST HATIN BERDAN   Aysel K. ya di encama serdegirtina polîsan ya navnîşana tespît kirin hat xelaskirin, birin miduriyeta polîsan. Aysel K. ya li vê derê îfadeya wê hat girtin pişt re li Saziya Parastina Zarokan hat bicihkirin. Hat diyarkirin ku piştî demekê Aysel K. li vir hat girtin wê radestî malbata wê were kirin. Hat hînbûn ku  Mahmût Kiliç û Omer Kiliç ên di serdegirtina malê de hatin binçavkirin, piştî wergirtina îfadeya wan hatine berdan.    Dayik Şakîre K. bi lêv kir ku wê giliyê Mahmût Kiliç û kurê wî Omer Kiliç ên keça wê revandine bike.