KCD, DBP, TJA û HDP: Êrişên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê necudatir e 2021-08-18 13:21:36    AMED - TJA, KCD, DBP û HDP têkildarî êrişên Tirkiyê yên li dijî Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ'ê necudatir e û bangawaziya xwedî derketina li Şengalê hat kirin.      Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrişên Tirkiyê yên li dijî Şengalê li Buroya Îrtîbatê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, parlementerên HDP'ê Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy, Aktîvîsta TJA'yê Xecê Şen beşdarî civînê bûn.    OZTURK: EV ÊRIŞ BI TU AWAYÎ NAYÊN QEBÛLKIRIN   Destpêka Berdan Ozturk di civînê de axivî û destnîşan kir ku êrişên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ'ê ne cuda ye û wiha got: “Êrîşên li ser Şengalê bi tu awayî nayên qebûlkirin û em bi tundî şermezar dikin. Heya ku Şengal xweseriya xwe ava bike em ê têbikoşin. Yên ku li hemberî wan êrişan bêdeng dimînin wekî wê  zîhniyeta qîrêj in."   AYDENÎZ: BERDEWAMIYA ÊRIŞÊN DAIŞ’Ê NE     Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydeniz jî da zanîn ku di sê rojên dawî de dewleta tirk, Şengalê bombaran dike û got: “Êrişên li ser Şengalê berdewamiya êrişên DAIŞ’ê ne. Dixwazin fermana 74'emîn pêk bînin. Em wek partiyên sîyasî wan êrişên li ser Şengalê şermezar dikin. Duh bombarana li ser nexweşxaneyê hem ji ber bêdengiya Iraq û Heremê Federal a Kurdistanê û hem jî ji ber bêdengiya hêzên li Ewropayê pêk hat. Êrişên li hemberê Şengalê nîşaneya dijminatiya hebûna kurdan e. DAIŞ'ê li Şengalê bi hezaran jinan revand û li bazaran firot. Bi hezaran kesan qetil kir û ji warê wan bir. Xelkê Şengalê çawa ku li hemberê wê zîhniyeta qirêj li ber xwe daye û di azadiya xwe de israr dike, niha jî di heman helwestê de ye."    TJA: ÊRIŞÊN LI SER ŞENGALÊ BÊTEHAMÛLIYA LI HEMBER KURDAN E     Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen jî diyar kir ku li hemberî kurdan bêtehemûlî heye û got: "Îro êrişên li ser Şengalê pêk tên ji êrişên berê necudatir e. Ev demek dirêj e li hemberê Şengalê polîtîkayên qirkirinê tên meşandin. Em wek TJA'yê wam pilan û êrişên li ser Şengalê bi tundî şermezar dikin."     ÛCA: DEM DEMA XWEDÎDERKETINA ŞENGALÊ YE     Herî dawî jî Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca ya êzidî axivî û destnîşan kir ku êrişên li ser Şengalê gihîştiye asteke hovane û wiha got: "Çiqas êrişî Şengalê bikin jî wê Şengal têk neçe. Dewleta tirk ji kuştina êzidiyan têr nebûye. Ev êrîş leyîstok in. Çawa ku bi wê peymana Şengal-Hewlêr xwestin civaka Êzidî bêîrade bihêlin, îro jî bi heman polîtîkayan dixwazin bi wan êrişan civaka êzîdî bêîrade bihêlin. Dixwazin Şengalê ji civaka Êzîdî bê valakirin û Şengalê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Em hemû dizanin ku civaka êzîdî li gel hemû jenosîdan ji erdên xwe neçûne. Em dizanin ku bi çûyîna Kazimî tiştên ku li Şengalê pêk tên ne tesadûfî ne. Ji ber ku Kazimî li wir wê bi rêveberiya xweseriya Şengalê re hevdîtin bikira. Gelê Şengalê di salvegera jenosîda 7'emîn de ji bo xweseriya xwe bi israr in. Di van demên dawîn de jî bi destê dewleta tirk li Şengalê gef dihat xwarin û piştî wan gefan van êrişên hovane ne tesadûfî ne. Lê tevî van yekan divê hemû kes xwedî li Şengalê derkeve. Dem dema parastina Şengalê ye. Dem dema xwedî derketine îradeya xelkê Şengalê ye. Heke Şengal biçe wê ji Kurdistanê jî parçeyek biçe."