Ferît Şenyaşar: Mirovahî tenê temaşeyî zilmê dike 2021-08-18 13:58:39   RIHA – Malbata Şenyaşar ku di têkoşîna xwe ya edaletê didomîne got: “Mirovahî tenê bi temaşekirina vê zilmê re dimîne.”    Malbata Şenyaşar di roja 163’yemîn de li ber Edliyeya Rihayê “Nobeta Edaletê” berdewam kir. Malbatê îro bi Fadil Şenyaşar ê sê sal in girtî ye re hevdîtina telefonê pêk anî.    ‘DINYA LI VÊ ZILMÊ TEMAŞE DIKE’    Ferît Şenşayar ku li gel dayika xwe Emîne 163 roj in ji bo edaletê têdikoşe axivî û wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê 163 roj in di bin zilmê de berdewam dike. Sê mirovên me li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Sê sal in têkildarî dozê tu geşedanek nîne. Kesek jî nehatiye binçavkirin. Kujer li Pirsûsê serbest digerin. Polîs û serdozger jî wezîfeya xwe nakin û şirîkê sûc in. Tevahiya dinyayê li vê zilmê temaşe dike. Kujer hemû diyar in. Birayê min Fadil Şenyaşar sê sal in di hucreya yek kesî de tê girtin. Tevahiya Rihayê, Tirkiyê û dinyayê li zilmê temaşe dike. Dewletek ku bêedalet be ew dewlet nîne. Êdî wê hêza ku em ê vê zilmê ragirtin nemaye. Bila dadger û dozger wezîfeya xwe bikin û hiqûqa serdestan bi dawî bibe.”   ‘WÊ EV ÎQTIDAR JÎ BIÇE’    Emîne Şenyaşar jî destnîşan kir ku ew ji bo edaletê têdikoşin û wê rojek ev îqtidar jî biçe û wê zilmkar hemû cezayên xwe bikişînin.      Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal jî peyam belav kir û xwest mirovahî li hember vê drama mirovahiyê bêdeng nemîne.