Li Sêrtê amadekariyên hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê ye' didomin 2021-08-18 14:41:07   SÊRT - Beriya hevdîtinên li Sêrtê di çarçoveya kampanyaya “Dem Dema Azadiyê ye” de werin lidarxistin, amadekarî didomin.    Xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên ji bo hevdîtina gel a li Sêrtê ku di çarçoveya “Dem Dema Azadiyê ye" de were lidarxistin, didomin. Hevdîtina ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mîthat Sancar dê beşdar bibin, wê di 20’ê tebaxê de saet di 16.00’an de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr were lidarxistin. Beriya hevdîtinê bi tevlîbûna parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn, Siddik Taş û rêveberên HDP’ê civîna çapemeniyê hat lidarxistin.    Hevserokê HDP’ê yê Sêrtê Yûsûf Batûr, bal kişand ser tecrîda ser gelan û wiha got: “Ji bo ku tecrîd, nijadperestî, faşîzm û fikarin aboriyê bi dawî bibin em di hevdîtinê de cihê xwe bigirin û li qadê berteka xwe nîşan bidin.”   VEXWENDINA HEVDÎTINÊ   Parlamneter Siddik Taş jî diyar kir ku li dijî faşîzm, tecrîd, binçavkirin û girtinan li qadan hevdîtinan li dar dixin û wiha got: “Em ê bi gelê xwe re li gund, tax, bajarok û navçeyan werin gelhev û vexwînin hevdîtinê. Dema em bi gelê xwe re hatin gelhev em ê daxwaz û pêşniyarên wan jî guhdar bikin.”   SERDANA NAVÇEYAN   Piştî axaftinên hatin kirin parlementerê HDP’ê Siddik Taş li Sîteya Pîşesaziyê û Remziye Tosûn li navçeya Dihê, Necdet Îpekyuz li navçeya Misircê, Îmam Taşçier jî li navçeya Baykanê serdana esnafan kir û banga tevlîbûna hevdîtinê kirin.