Polîsan li Farqînê serdana esnafan asteng kir 2021-08-18 15:32:22 AMED - Polîsan li Farqînê serdana esnafan a HDP’ê asteng kirin. Parlamenter Meral Daniş Beştaş got kes nikare xebata wan asteng bike.   Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê di çarçoveya kampanyaya “Em HDP ne, li her derê ne” xwest li li navçeya Farqînê serdana esnafan bike. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Ayşe Acar Başaran û rêveberên HDP’ê çûn serdana esnafan. Polîsan serdana HDP’ê ya ji bo esnafan dorpêç kir û asteng kirin.    BEŞTAŞ: TENÊ XEBATA ME TÊ ASTENGKIRIN    Parlamenter û rêveberên HDP’ê bertek nîşanî sepana polîsan dan. Parlamenter Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî dorpêça polîsan da û got: “Em li xebat û serdanên partiyên din temaşe dikin. Ew jî partî ne û ji bo wan tu astengî nîne, Lê dema dor tê HDP’ê çi ji destê polîsan tê dikin û xebata me asteng dikin. Her ku hûn bixwazin me asteng bikin, wê xelkê Farqînê were vir.”    ‘HÛN ÇI DIKIN BIKIN…’    Bi dehan welatî li derdora dorpêça polîsan kom bûn û bi fîkandin û çepikan dorpêçê şermezar kirin. Parlamenter Beştaş û Başaran ji bo biryardariya gel gotin “Hûn çi dikin bikin, lê em ê xebata xwe û serdana xwe ya ji bo gelê xwe bidomînin. Em ê bi gelê xwe re werin cem hev.”    Piştî axaftinên hatin kirin HDP’yî û xelk derbasî avahiya HDP’ê bûn.