Şewata li Şemzînanê hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir 2021-08-18 15:50:20   COLEMÊRG - Şewata li gundê Nêrkolê yê bi ser navçeya Şemzînanê ve derketibû û hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir.    Li qada daristanê ya li nêzî çiyayê Gomanê ku nêzî gundê Nêrkole yê bi ser navçeya Şemzanînê ve ye duh bi şev şewat derket. Şewata her ku diçe bandora xwe zêde dike bi saetan mudaxale lê nehat kirin. Li ser hesabên medya sanal bi hastagha #şemzînan dişewite (#şemdinliyaniyor) hatiye destpêkirin encam girt. Tîmên girêdayî Miduriyeta Daristan û Îtfaiyeyê di encama hewldaneke dirêj de şewat xistin bin kontrolê. Lê piştî demekî kurt dîsa şewatê dest pê kir.    Hat diyarkirin ku şewat di encama topbarana Çiyayê Gomanê ya ji aliyê 34’emîn Fermandariya Tugaya Hidût a Şemzînanê ve pêk hatiye derketiye.    Serokê Yekîtiya Odeya Esnaf û Sinetkaran a Colemêrgê Muharrem Tekîn derbarê mijarê de wiha got: “Tîmên Miduriyeta Daristanê û gundiyan serê sibê şewat xistin bin kontrola xwe. Lê şewat dîsa dest pê kir. Li cihê şewatê kevir û ber dikevin jêr û şewat belav dibe. Mudaxale têra nakin, heta ku ji jor bi avê mudaxale nekin û xebatên cemidandinê neyên kirin wê şewat zêdetir belav bibe. Divê hemû saziyên li Şemzînanê beyî ku şewat zêdetir bibe mudaxale bikin û vemirînin.”