Li Hezexê serdaneke girseyî: Em ê tecrîdê bişikînin 2021-08-18 20:35:42     ŞIRNEX- Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tayîp Temel li Hezexê di civîna gel axivî û got: "Heta ku ew xeleka Îmraliyê neyê şikandin azadiya gelê kurd nabe mijara rojevê. Kengî bajêr hilweşandin, tax şewitandin wê demê tecrîdê jî girankirin. Ji bo wê jî rakirina tecrîdê ji bo gelê kurd sedemê hebûn û tunebûnê ye."   Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Hezex a Şirnexê di çarçoveya kampanyaya "Dem dema azadiyê ye" de bi tevlîbûna Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, Parlementera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan, parlementerên HDP'ê yên herêmê, rêveberên HDP'ê yên navend û navçe, aktîvîstên TJA'yê û  Dayikên Aştiyê civîna gel hat lidarxistin.   Civîn li avahiya rêxistina HDP'ê ya Hezexê hat lidarxistin. Civîn rêzgirtinê dest pê kir.   'BERXWEDANA ME MEZIN DIBE'   Pişt re parlementera HDP'ê ya Mêrsîne Fatma Kurtulan axivî. Kurtulan, anî ziman ku li dijî polîtîkayên têkbirinê têkoşîna gelê kurd didome û got: "Ev nêzikî salek e pêvajoyeke ku partiya me daye destpêkirin heye. Bêguman bêriya wê jî kelepûreke me ya têkoşînê heye. Di demên dawî de me got ji her kesî re têkoşîn û dem dema azadiyê ye. Bi kampanyayên cur bi cur em li qadan bûn. Di van salên dawî de me berxwedana xwe li her derê zêde kir. Divê em li her derê, li qad, tax û bajaran têkoşîna xwe zêdetir bikin. Em çûn ku me dît ku ev têkoşîn serê xwe natewîne û belav dibe. Kesên ku dibêjin em ê kurdan teslîm bigirin di xetereyê de ne. Ev têkoşîna me wê bidome. Berxwedan jiyane."   'DIXWAZIN EM  BERÊ KÊR Û TÎRÊ BIDIN HEV'   Pişt re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel axivî. Temel,  bi êv kir ku şewaza polîtîkayên dewletê hemû li ser tunekirina hebûna gelê kurd e û wiha axivî: "Dewleta faşîst li bajarên ku berxwedan lê çêbûye li ser malbatên girtiyan û malbatên binirx dilîze. Çimkî dizanin ku koka vê têkoşînê ew malbat in. Stûna vê têkoşînê ew malbat in. Heger ew malbat li ser pêyan nesekinin tu kes ji me nikare bibêje ku ev rêxistin li ser pêyan e. Ji bona wê pêwîste ku hem hilbijerên me û hem jî siyasetmenderên me yek bi yek bi li ber keda wan, li ber birînên wan bibin rêz û hemû hêza xwe seferber bikin. Li bajarên berxwedanê dixwazin feraseteke din bixin pêş. Weke ku mesuliyetê van komkujiyan ne dijminê faşîst, mesuliyetê van komkujiyan HDP be, rêxistina azadiyê be. Hem dikujin hem sucdar dikin. Hem komkujiyê pêk tînin û hem jî rastiyê beravajî dikin. Bi vê yekê dixwazin hêrsa me ji dijmin bidin heval û hogirên me. Dixwazin em berê kêrê û tîrê bidin hev du. Ev listik gelek kûr in."   'GELÊ KURD TESLÎM NABE'   Temel, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku gelê kurd wê tu caran li hemberî polîtîkayên faşîzmê serê xwe netewîne û wiha dom kir: "Lîstîkên faşîzmê ji Osmaniyê heta niha bi heman rengî didomin. Şêx Seîd qetil kirin û niha wî sucdar dikin. Seyît Riza qetil kirin û niha ji komkujiya Dêrsîmê Seyît Riza mesûl dibînin. Ji bona wê jî divê em van qetlîaman baş fêm bikin. Yên ku komkujî pêk anîn faşîzm e, yên ku bajarên me hilweşandin faşîzm e û yên ku li ber xwe dan em in, em. Ji gelê kurd yek jî bimîne li hemberî faşîzmê çok danayne û serî natewîne û teslîm nabe. Gelê kurd ji heft salî heta heftê salî dizane ku teslîmbûn mirin e. Devjiberxwedanêberdan û jinasnameyaxwedûrketin e. Armanca me ya vê kampanyayê ya yekem ew e ku em rêxistinbûyina xwe bihêz bikin û ya duyem jî ew e ku em plana girtina HDP'ê têk bibin. Heta ku ew xeleka Îmraliyê neyê şikandin azadiya gelê kurd nabe mijara rojevê. Kengî bajêr hilweşandin, tax şewitandin wê demê tecrîdê jî giran kirin. Ji bo wê jî rakirina tecrîdê ji bo gelê kurd sedemê hebûn û tunebûnê ye. Mesele ne meseleya girtiyekî ye. Ev kes reberê gelekî ye. Rêberê gelan rûmeta wan e. Miletekî bê nasname,  bê hebûn ancax dikare bê rêber  bimîne. Ev kampanya ji bo şikandina tecrîdê ye. "   Piştî axaftinan şande bi awayekî girseyî esnafên Hezexê ziyaret kir û ji bo mîtînga 21'ê Tebaxê bang wê bi tevlîbûna Hevserokê HDP'ê yê Giştî Mîthat Sancar li Şirnexê bê lidarxistin.