Meclîsa Dayikên Aştiyê: Mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye 2021-08-19 09:06:19   ŞIRNEX - Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe mezin dibe. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sîlopiyayê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan dan û gotin: "Mifteya aştiyê di destê Ocalan de ye."   Tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û ji ber vê di 25’ê Adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivîbû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina bi telefonê di nivî de hatiye birîn. Her wiha parêzer jî herî dawî di 7’ ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.    Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bertek jî her ku diçin zêde dibin. Li girtîgehên Tirkiyeyê ji 27'ê Mijdara 2020'î ve çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîdê didomin.    Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sîlopiyayê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan dan û destnîşan kirin ku mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye.    'DAWÎBÛNA ALOZIYAN BI RAKIRINA TECRÎTÊ PÊKANE YE'    Dayika Aştiyê Rihan Aksoy, diyar kir ku rewşa Tirkiyeyê her ku diçe ber bi aloziyê ve diçe û pêşîlêgirtina vê aloziyê bi şikandina tecrîdê pêkane ye û wiha axivî: "Ez hatime vî temenê xwe heta niha em mirin, kuştin û girtinê dibînîn. Em êdî dixwazin ku ev xwîn bê sekinandin. Em tifaqiya gelê kurd dixwazin. Ev tifaqî jî bi şikandinê tecrîda li ser Abdullah Ocalan wê dawî bibe. Heger ku bixwazin aştiyeke mayînde pêk bînin divê vê tecrîdê bi dawî bikin. Em biratiyê dixwazin. Kurê me, birayê me û cîranên me tên kuştinê. Bidawîkirina vê aloziyê bi rakirina tercrîdê pêkan e."   'AŞITIYEKE BEYÎ OCALAN WÊ KÊM BIMÎNE'   Dayik Behiye Nayir jî bilêv kir ku ancax yekîtiya kurdan dê bikaribe tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişkîne û got: "Em êdî dixwazin gelê kurd li her qad, kolan, tax, bajêr û welatan bibin tifaq. Em şerê navxweyî naxwazin. Em gelek mezlum in û em aşitî û aramiyê dixwazîn. Îro jin û zarokên kurd di kolanan de tên qetilkirin. Ev bêtehemûliya li dijî kurdan bi yêkitiyê wê ji holê rabe. Em doza aşitiyê dikin. Em bang li Barzanî jî dikin ku bila bes hevkariya dewleta tirk bikin. Ev dewlet çiyayên me topbaran dike û xwaza ye me dişewitîne. Em vê tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan şermezar dikin û dibêjin ku heger em tecrîdê bişkînin em ê azadiyê û aşitiyê jî pêk bînin. Aşitiyeke bêyî Ocalan wê kêm be û nemayinde be.”    'MIFTEYA AŞITIYÊ DI DESTÊ OCALAN DE YE'    Dayîka Aştiyê Emîne Alkiş jî diyar kir ku navnîşana aşitiyê Îmralî ye û heger tecrîd neyê şikandin wê qeyranên li Rojhilata Navîn jî bi dawî nebin û got: "Ez hatime vî emrê xwe heta niha min aramî bi çavê xwe neditiye. Zarokên me yan dikujin û yan jî dimirin. Em jî mirov in û doza aşitiyê dikin. Xwezaya me hildiweşînin, çiyayên me topbaran dikin, avên me qirêj dikin. Di Kurdistanê de tiştek nehiştin. Em van pêkanînan qebûl nakin. Em dayik in û em êdî aramiyê dixwazin. Bila Tirkiye berê xwe bide dewletan ka di kîjan welatî de dewletek vê zilmê li welatiyên xwe dike. Me zarokên xwe ji bo kuştinê mezin nekirine. Em Dayikên Aşitiyê bang li Barzanî jî dikin ku bila berê xwe nede zilmê, bila deriyên xwe ji birayê xwe re veke. Her kes baş dizane ku mifteya aştiyê di destê Abdullah Ocalan de ye. Weke hemû dinyayê bila bihêlin ku parêzer pê re hevdîtina pêk bîne. Kurd ne kurdê çend sal beriya niha ne. Em ê heta dawiyê li pey doza xwe bin.”    'HETA KU TECRÎT BI DAWÎ NEBE WÊ ARAMÎ JÎ NEBE'   Ji Dayikên Aştiyê Asya Tay jî, bilêv kir ku yêkitiya di navbera gelan de bi şikandina tecrîtê pêkan e û ger cîhan guh bide dayikan, cîhan dê bibe cîhek xweş û wiha got: "Em Dayıkên Aştiyê em bang li birêz Barzanî dikin ku dawî li vî şerê navxweyî bîne. Em birayên hev in. Bila ew bê bîra Mesud Barzanî ku dema ku ji ber Seddam Husên revîn. Tê bîra wî me zarokên xwe ji lehendikê diavêtin erdê û me ji wan re dişandin. Me bîdonên qeşayê li vir milê xwe dikir û dibir didan malbatên Başûr. Me digot kurd her kurd e. Bila ew roja ku dayikên Cizîrê, Sîlopiya, Şirnex ji wan re alîkarî şand bê bîra wî. Me nedixwar me ji wan re dişand. Ferqa kurdan tune ye. Em dayik hemû alîgerên aşitiyê ne. Em naxwazin tu kes bê kuştinê. Banga me ji hemû gelê kurd re ye ku bibin yek. Heger em nekin kes nikare ji me re bike. Divê destpêkê em aşitiya nav xwe ava bikin.  Bêguman heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê aramî jî nebe.  Divê hevdîtin bi Ocalan re demildest bên destpêkirin. Di berê de dema ku şer çêdibû me dayikan laçika xwe ya spî diavêt navbera her du aliyan de û aştî çêdibû. Em dixwazin weke berê her du alî jî me dayîkan guhdar bikin û vê tecrîdê bi dawî bikin û bi hev re aştiyeke mayinde pêk bînin.”    'HEGER TECRÎT NEBÛYA QEYRAN JÎ NEDIBÛN'    Dayika Bihar Çali jî bal kişand li ser neyîniyên tecrîdê û anî ziman ku heger tecrîd rabe wê li, Rojhilata Navîn pêşkêtinên gelek serkeftî çêbibin û bang kir: "Em dixwazin ku di pêşiyê de ev tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe. Ev 5 sal in em tu agahiyan jê nastînin. Em dixwazin agahî bistînin. Heger ev tecrîd îro nebûya, li welat alozî ev qas belav nedibûn. Ji bo yêkitiya gelan û ji bo aştiyeke  mayinde divê ev tercîd demildest bê rakirin. Banga me Dayikên Aştiyê li gelê kurd ew e ku li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”    MA / Zeynep Dûrgût