‘Bi çêkirina dîwar dixwazin kurdan bi temamî ji hev qut bikin' 2021-08-19 09:06:58   WAN - Mûrat Sarisaç ê HDP'î anî ziman ku dîwarên li sînorê Îran-Tirkiyeyê tên çêkirin û xendekên tên kolandin ne ji bo penabera ye û got: "Dixwazin kurdên li çar perçeyan bi temamî ji hev dûr bixin."    Çêkirina dîwarên li sînorê Îranê-Tirkiyeyê ku ji navçeya Çardêran a Wanê dest pê dike û heya navçeya Bazîd a Agiriyê û navçeya Gever a Colemêrgê diçe didome. Ji xeynî vê heya niha 110 kîlometre jî xendek hatine kolandin. Tê diyarkirin ku dê dîwarê li sînor hatiye çêkirina hewa dawiya salê bi giştî bibe 64 kîlometre û ji bo dîwarê pêvekî yê 63 kîlometre jî îhale hatiye çêkirin. Piştî ev îhale temam bibin, dê seranserê sînor bi giştî bi 295 kîlometre dîwar bê girtin. Îsal li sînor 76 qûle û 44 qereqol jî hatin çêkirin.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Mûrat Sarisaç, anî ziman ku armanca sereke ew e ku kurd hîn bêtir ji hev bên dûrxistin.    ARMANC PERÇEKIRIN E    Sarisaç, diyar kir ku li cîhanê sînor tên rakirin, lê belê li erdnîgariya kurdan dîwarên sînoran tên lêkirin û armanca dîwarên li sînorê Tirkiye-Îranê tên çêkirin, ew e ku kurd nikaribin bên cem hev du û zûzûka bişavtina gelê herêmê ye. Sarisaç, destnîşan kir ku armanca sereke ne penaber in û got: "Armanca xebdek û dîwarên li sînor, ew e ku kurd nikaribin bên cem hev du û qutkirina pêwendiya di navbera wan de ye. Tê gotin ji bo penaber neçin û neyên tên çêkirin, lê em dibînin penaber bi rihetî bi awayekî girseyî sînor derbas dikin. Ev li ber çavê eskeran dibe. Lê li sînor gelek kurd bi destên eskerên Tirkiye û Îranê hatin kuştin. Gelek kurd, li nav gundên xwe hatin kuştin. Her wiha dîwarê tê çêkirin li nav erseyên tapokirî yên welatiyan tên çêkirin. Armanca sereke kurdan ji hev qut bikin. Armanca danûstendine çandî û pêwendiyê qut bikin. Bi vî awayî dixwazin kurdên li çar perçeyan bi temamî ji hev dûr bixin."    Sarissaç, bilêv kir ku feraseta ku çav berdaye destkeftiyên kurdan, dixwaaze kurdan ji warên wan koçber bike û hin kesên cuda bîne şûna wan û got: "Ev berê bi polîtîkayên îskanê jî hatin kirin. Lê hikûmeta AKP û MHP'ê vê yyekê bi rêbazeke tahdekar dike."    SÎNOR JI NÛ VE TÊN ÇÊKIRIN    Hevserokê HDP'a Wanê Fîkret Dogan jî destnîşan kir ku armanca dîwar û xendekên li sînor ên wekî Sedda Çînê tên çêkirin ew e ku kurdan ji hev dûr bixin. Dogan, bal kişand ser qereqolên hatine çêkirin jî û got: "Gava em li herêmê mêze dikin, em dibînin ku her pênc kîloterayn qereqolek heye. Her wiha roj 24 saet ÎHA li ser gundan digerin. Gava mirov diçin kîloyek çayê tînin, tên tespîtkirin, lê her roj bi qefleyan penaber wî sînorî derbas dikin. Lewma armanc ne astengkirina penaberan e, armanc sînoran deynin navbera gelan."