Amedî: Li cîhanê çi biqewime dixin stuyê kurdan 2021-08-19 09:10:13   AMED - Li deverên agir bi daristanan dikevin kurd hedef tên girtin. Amediyan bertek nîşanî vê yekê dan û destnîşan kirin ku ev lîstika îqtidarê ye û gotin: "Li cîhanê çi biqewime dixin stuyê kurdan."    Li Antalya, Aydin û Mûglayê agir bi daristanan ketin û ev agir bi rojan dewam kirin. Piştî şewatên daristanan li van herêman kurd hedef hatin girtin û êrîşên nîjadperst çêbûn. Hin komên nîjadperest di dest wan de çek, rêbirî kirin û nasname kontrol kirin. Polîs û cendirmeyan bi tu awayî mudaxileyî van koman nekirin, lê gelek kurd bi destê van koman hatin derbkirin û gef li wan hatin xwarin.   Amediyan bertek nîşanî vê dan û diyar kirin ku îqtidar şewatên daristanan kirin amûr ji bo siyaseta xwe û bi vî awayî nîjadperestiyê gur dike.    RANT   Hasan Pekerdî, diyar kir ku şewatên daristanan ên li rojavayê Tirkiyeyê herî zêde li bara kurdan bûne cihê bertekan, lê belê li Konyayê di êrîşeke nîjadperest de 7 kurd hatin qetilkirin û rojavayê Tirkiyeyê xwe lê bêdengiyê daniye. Pekerdî, bilêv kir ku li Tirkiyeyê çi biqewime dixin stuyê kurdan û got: "Ev şewat ji bo rantê ne. Di qanûnan de cihên statuya wan a daristanê ji holê rabe, dixin ber îmarê. Ev hemû tên pêşkêşkirin."    Abdûrrahman Çakir jî destnîşan kir ku tu eleqeya şewata daristanan bi kurdan tune ye û got: "Ji roja roj de çi biqewime dixin stuyê kurdan. Li cîhanê çi bibe dixin stuyê kurdan. Çi eleqeya kurdan bi van şewatan heye, min fêm nekiriye. Me heya niha qet nîjadperestî nekirie. Ew bikin jî em nakin. Ma pereyyên kurdan hene ku biçin li rojavayê Tirkiyeyê otêlên pêncstêrkî çêbikin?"   ZILM   Mehmetşah Toprak ku got "Dê kurd ji bo çi daristanan bişewitînin" diyar kir ku kurd xwedî li hemû candaran derdikevin. Toprak, anî ziman ku bi zalan e zilm li kurdan tê kirin û got: "Yanî em li vê derê ji bo jiyana candarekî dimirin. Ma çima em ê heywanan bişewitînin, wan şewitandiye. Ne niha tenê, bi salan e vê zilmê dikin. Kesek bi ecelê xwe bimire jî dixin stuyê kurdan. Li Konyayê 7 kurd hatin qetilkirin, çima kes behs nake? Me wekî qurbanan dihesibînin."    LÎSTIK   Îkbal Ayazli jî bal kişand ser êrîşên nîjadperest û şewatên daristanan ên vê dawiyê û vê yekê wekî "lîstikên siyasî" bilêv kir. Ayazli got: "Di pêş de dê li van deverên şewitî vîla, otêl, apardûman û kargehan çmbikin. Ji bo ji stuyê xwe derxînin dixin stuyê kurdan. Bi vî awaî dixwazin şerekî navxweyî çêbikin. Dixwazin mirovan bera hev bidin û aloziyê çêbikin."    ‘KURD DARISTANAN NAŞEWITÎNIN'    Bedîrhan Yaprak jî destnîşan kir ku kurd tim ji bo biratiya gelan têdikoşin û got: "Kurd daristanan naşewitînin. Li vira jî daristan dişewitin. Li wir jî kurd dijîn. Derdê wan tenê nîjadperestiyê belav bikin. Em dipirsin ka biratiya gelan? Heger tu nîjadperestiyê bikî biratî miratî namîne li vî welatî. Bi nîjadperestiyê mirovan bera kurdan didin."    ‘NÎJADPERESTIYÊ GUR DIKIN'   Aslan Yakût jî bal kişand ser rola çapemeniyê ya di vî warî de û got: "Van şewatan dixin stuyê kurdan û ji xwe re dikin amûreke siyasetê. Êrîşên nîjadperest jî perçeyeke vê ne. Bi vî awayî nîjadperestiyê gur dikin."