Navenda Bedlîsê veguherandina qada şer 2021-08-19 09:11:30 BEDLÎS - Li navenda Bedlîsê li devera ku bi biryara serokomartiyê wekî 'qada xetere' hatiye îlankirin, tu dibê qey qada şerî ye. Esnafan, anî ziman ku sozên hatine dayîn bi hatine jibîrkirin û li bara wan îqtidara AKP'ê ji niha de winda kiriye.  Li navenda Bedlîsê li taxên Ataturk, Devrîm, Gazîbey, Hersan û Muştakbaba 700 avahî di Nîsana 2020'î de bi Biryarnameya Serokomartiyê wekî "qada xetere" hatibû ragihandin. Ji bo betalkirina biryyarê serî li Şûrayya Dewletê hatibû dayîn û şûrayê jî bi hinceta li dijî hiqûqê ye xwest biryar bê xerakirin. Piştî vê alîtiya Bedlîsê têkildarî avahiyan pêkanîna '6A' ya Qanûna Afetê ya Jimare 6306 xist dewrê.    Esnafên bajêr jî ji bo betalkirina vê serî li Dadgeha Îdareyê ya Wanê dan. Çendî dadgehê xwest bê rawestandin jî, walîtiyê telîxat ji esnafan re şand û xwest heya 30'yê Tîrmehê avahian vala bikin. Gava bi darê polîsan hat xwestin kargeh bên valakirin, esnaf li ber xwe dan û di 13'ê Tebaxê gelek esnaf hatin binçavkirin û paşê hatin berdan.    Piştî pace û deriyên karegahan hatin rakirin, enaf jî ji bêgavî kargehên xwe valakirin û eşyayên xwe birin deverine din û yê mayî jî firtoin xurdefiroşan. Dîmena li vê herêmê wekî qada şerî dixuyê.    Nûrî Yamaç (60) ku 45 sal in dikana wî li Kolana Saîdê Kurdî bû, anî ziman ku çendî wekî hincet nîşan dan jî lê heya niha li bajêr lehî çênebûne û talûkeyeke ku ew dibêjin tune ye.    Yamaç got: "Polîs bi zorê ketin hundirê dikanên me û derî û pace rakirin. Cihekî ku amûrên xwe lê deynim jî tune ye. Bêyî ku ji me re cihekî peyda bikin em derxistin. Min bi xwe ji Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê re got, 'tişta hûn dikin şaş e.' Nizanim dê ji niha û pê de çawa be. Zilmê dikin."    RANT    Esnafê 20 salan Cezmî Işik jî bilêv kir ku kredî kişandibû û bêyî krediya xwe bide dikana wî hatiye girtin. Işik, diyar kir ku 10 kes li dikana wî dixebitîn, lê piştî dikan hat xerakirin her 10 kes jî betal mane û got: "700 dikan dan kê?"    Işik ku got "Li Tirkiyeyê edalet tune ye" anî ziman ku hêviya wan ji dewletê tune ye.    Esnafê 50 salan Şîrîn Ûnûtûs ê 75 salî jî, rûxandina li bajêr şiband dagirkeriya ûrîs a 3'yê Adara 1916'an û got: "Di dema dagirkeriya ûris de jî bajar neketibû vî halî."    ‘BILA HER KES VÊ REZALETÊ BIBÎNE'    Nesîm Ûslû ku 15 kes li dikana wî dixebitîn jî got: "Polîsan gaz û fîşekên plastîk reşandin ser me, bi ser de jî bi copan li me xistin. Mirov binçav kirin. Li Sûriyeyê şer çêbû, lê neket vî halî. Hûn rojnamevanina rast in, dîmenê vê bigirin û biweşînin. Bila her kes vê rezaletê bibîne. Hin mirov hene, amûrên wan ên bi bedêla 20 hezar bûn çop û çûn."    ‘ÊDÎ RAYÊ KU EM BIDIN WAN TUNE NE'    Li bajêr dê Bazara Ûris jî bê xerakirin. Ji 38 dikanên li çarşiyê, yek jê jî ya Kûtbettîn Dûrak e. Dûrak, bilêv kir ku Parlementerê AKP'ê yê Bedlîsê Vahît Kîler soz daye ku dê tu kes mexdûr nebe, lê belê soza xwe neaniye cî û got: "Mafê gelê Bedlîsê hat xespkirin. Diviyabû wezîr bihata guh li esnafan bikira. Vê derê wekî kewara rayan dibînin, lê êdî dê kes raa xwe nede wan, ji niha de winda kirin."    Husnu Urku jî bilê kir ku dema dest bi projeyê hatiye gotin, ji wan re gotine dê deverên dîrokî bên restorekirin, lê belê her der xera kirine û koçberî li gelê bajêr hatiye ferzkirin.    MA / Dîndar Karataş