Komîsyona OHAL'ê endamtiya ÎHD'ê û KURDÎ-DER'ê wek sûc nîşan da 2021-08-19 09:27:04 ŞIRNEX - Serlêdana xebatkarê tendûristiyê Selahattîn Barinç ê ku di sala 2016'an de bi KHK'ê hatibû îxrackirin piştî 3'ê salan şûnde  ji hêla Komîsyona OHALê ve hat redkirin. Di biryara ku ji Barinç re hat şandî de, komeleyên wek ÎHD û Kurdî-Der wek komeleyên ku "alikariyê didin rêxistinê" hatin pênasekirin û endamtiya saziyan wek sûc hatiye dîtin.  Di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) bi hezaran mamoste, xebatkarên tendûristiyê û karmend ji peywîra xwe hatin îxrackirin. Yek ji van jî xebatkarê tendûristiyê Selahattîn Barinç bû. Barinçê ku di KHK'ya 29'ê cotmehê 2016'an de hatibû îxrackirin, wê biryarê qebûl nekiribû û di sala 2017'an de serî li Komîsyona OHAL'ê dabû. Komîsyonê piştî 3 salan şûn de serlêdan nirxand û biryara redkirinê da. Di biryara ku ji Barinç re hatiye şandin de weke sûc û sedemê îxrackirinê endamtiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), KURDÎ-DER û tevlîbûna cenazeyê xebatkarê tenduristiyê Azîz Yural ê ku di dema qedexeyên derketina derve de dema hewl dida alîkariya jinekê birîndar bike hatibû qetilkirin hat nîşandan.     YÛRAL WEK 'TERORÎST' HATIYE NÎŞANDAN   Di biryara ku ji Barinç re hatiye şandin de  wiha hat gotin: "Di Komeleya Pêşvebirina Ziman û Çandê de qeyda endamtiyê ya ku bi hinceta girêdan, an jî girêdana komeleyê ya bi PKK/KCK'yê re hat girtin û Endamtiya Komeleya Mafên Mirovan a Şirnexê ya ku alikariya rêxistinê dike desteya çavdêriyê heye." Di heman demê de ji bo xebatkarê tendûristiyê Azîz Yural jî ev tişt hatin gotin: "Aziz Yuralê ku li Şirnexê di operasyona li dijî PKK/KCK'yê de mir. Dema ku cenazeyê wî di morga nexweşxaneyê de bû, komek mirov, jî di nav de, xwepêşandanek li pêşiya nexweşxaneyê li dar xistin, axaftinên alîgirê rêxistinê kir û hat tespîtkirin ku wî terorîstî weke şehîd nîşan daye."   SÛC: ENDAMTIYA ÎHD'Ê Û KURDÎ-DER'Ê   Selahattîn Barinç derbarê neheqiya li wî hatiye kirin axivî. Barinç, anî ziman ku ew tiştê ku ew pê tê sucdar kirin nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Ez ji sala 1997'an heta sala 2016'an li Mîdûryeta Tendûristî ya Şirnexê xebitîm. Di sala 2016'an de bi KHK'ê hatim îxrackirin. Min di sala 2017'an de  ji bo vegerandina ser karê xwe serî  li Komîsyona Rewşa Awarte da û piştî 3 salan şûn de di 5'ê tebaxê de biryara redê ji min re hat. Sedemên  redkirina serlêdana min  ew bûn ku ez endamê Komela Lêkolîna Zimanê Kurdî û ÎHD'ê bûm. Di heman demê de, serlêdana min bi hinceta ku li ser cenazeyê hemşîre Azîz Yural ê ku li Nexweşxaneya Dewletê dixebitî û dema ku jinek birîndar xilas kir hat kuştin, hat redkirin. Tevî rakirina OHAL'ê jî qanûnên wê hê jî didomin."    'EZ Ê HER ENDAMÊ ÎHD'Ê BIM'   Barinç, bi lêv kir ku welatê ku tê de hiqûq nebe mirov nikare behsa edeletê bike û got: "Min di gelek dosyayan de beraat girt, lê ez dîsa jî ji zilma Komîsyona OHAL'ê rizgar nebûm. Ev biryareke bêhiqûqî ye. Em ê şopdarê vê bibîn û ez ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînim. Îro li Tirkiyeyê komeleya ku herî kevin û hêja ÎHD ye. Endamtiya min a ÎHD'ê didome."    Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di heman demê de derheqê vê biryara Komîsyona OHAL'ê de doz vekiriye.    MA / Zeynep Durgut