Li Çiyayê Cûdî carek din şewat derket 2021-08-19 11:47:38   ŞIRNEX - Li Çiyayê Cûdî ya ku dikeve herêma Zêrî Kerr şewat derket.    Li Çiyayê Cûdî ya ku dikeve herêma Zêrî Kerr ya Şirnexê, serê vê sibehê şewat derket. Şewata ku bi tu awayî mudaxile nayê kirin, li derûdorê belav dibe. Sedema derketina şewatê nehat zanîn.    Beriya niha bi du rojan jî li herêma Girêhirmo şewat derketibû û xwe bi xwe vemiribû.