Li Geverê 6 kes hatin binçavkirin 2021-08-19 12:13:11   COLEMÊRG- Li navçeya Geverê, eskeran bi ser malan de girtin û 6 kes binçav kirin.   Li gundê Dêlezî yê girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê, eskeran bi ser malan de girtin. Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Evliya Alkan jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin.    Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Cevdet Bulbun, Evliya Alkan, Erdem Eraydin, Merhmet Reşat Ozdemîr, Cengîz Ozdemîr û Seyhan Ozdemîr.”   Hat diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin, birin Qereqola Cendirmeyan a Kisikliyê.