Zaroka bi awayekê gumanbar ji bilindahiyê ket: Ûgûr A. ez dehf dam 2021-08-19 13:34:05 WAN - Zaroka 16 salî R.K. a li Artemêtanê, bi awayekê gumanbar ji berbanê ket, diyar kir ku ji aliyê Ûgûr A. yê bazirganiya tiryakê dike ve hatiye dehf dan û got, ligel ku wê giliyê wî kiriye jî, serbest hatiye berdan.    Li navçeya Artemêtan a Wanê, di 16’ê Tîrmehê de, zaroka 16 salî R.K., ji pencereya malekê bi awayekê gumanbar ji berbanê ket xwarê û bi giranî birîndar bû. R.K., ku gelek hestiyên wê şikiyan, dermankirina wê ya li nexweşxanê dewa dike. Xwediyê malê Ûgûr A. yê 24 salî piştî ketina R.K. hatibû binçavkirin û dûre serbest hat berdan.    REVAND   R.K., a li nexweşxanê dimîne, talokeya jiyana wê dewam dike. R.K., di îfadeya xwe ya ewil a da polîsan de, dest nîşan kiribû ku ji aliyê Ûgûr A. ve hatiye dehf dan. Ligel ku R.K., giliyê Ûgûr A. yê tiryakê bi kar tîne, difişore û fêrî wê kiriye de gilî kir jî, nehat girtin.     R.K., diyar kir ku Ûgûr A. ew fêrî tiryakê kir û wiha got: “Min xwest dest jê berdim. Ji bo vê 8 mehan hatim dermankirin. Min têkiliya xwe bi Ûgûr A. û derdora wî re birî. Lê di 16’ê Tebaxê de, ez bi zorê li mînîbusekê siwar kirim û revandim.”    'MIN ALÎKARÎ XWEST’   R.K., tiştên jiyan wiha vegot: “Min têkiliya xwe ya bi vî kesî re qut kiribû. Wê rojê ez ji mala apê xwe diçûm malê. Mînîbusa ku Ûgûr A., xwişka wî û zavayê wî tê de bûn, nêzî rawestgehê bû. Min zen kir ku mînîbusa rêwiyane. Çawan ku mine w ferq kirin, min xwest peya bibim. Lê destûr nedan min. Ez birim mala xwe. Ûgûr A. û xizmên wî bi şev alkol vexwarin. Xwestin ez jî vexwim. Lê min ne vexwar. Serê sibê min xwest biçim mala xwe. Lê destûr nedan. Ez jî derketim qata ku berbana wê hebû û min xwest hewayekê bigirim. Min rayên hêsin girtin. Ûgûr A. ji paşve bi awayekê hişk ez dehf dam. Ji bo ku nekevim min xwe bi rayên hêsin ve girt. Min alîkarî xwest. Lê alîkariya min nekir û min xwe li erdê dît. Min ji sûcên firotina tiryakê, bikaranîna tiryakê û ferzkirina fihûşê, giliyê Ûgûr A. kir. Lê ev giliya min bê encam ma. Xwişka Ûgûr A. ji min re gotibû, ‘Ger tu giliyê me bikî, wê polîs tiştekê nekin. Ji berk u polîs hevalên me ne. Tiştekê ji me nakin.’”     ÇETEYÊN FIHÛŞ Û TIRYAKÊ NE   Dayika R.K. Pinar A. jî, diyar kir ku ji bo keça xwe ji destên çeteyên tiryakê rizgar bike, 3 salan têkoşiya û wiha got: “Me derbarê van kesan de gilî kir. Lê tu encam derneket holê. Ev kes tiryakê dide zarokan. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka keça mine, ya tevahiya civakê ye. Ez dixwazim bi awayekê giran ev kes bên cezakirin. Her roj jinek ji şaneşînê tê avêtin. Mafê tu kesî tuneye ku zarokên kesên din bikuje.”    ‘EZ GILÎDARIM’   Bavê R.K. Şemsettîn K., dest nîşan kir ku keça wî par, ji aliyê Ûgûr A. ve 15 rojan hatibû desteserkirin û wiha bertek nîşan da: “Me derbarê van kesan de gilî kir. Lê tu lêpirsîn nehat dest pêkirin. Ez gilîdarê Ûgûr A. me. Ez tu wateyê nadim serbest berdana wî. Ev 3 salin ez bi van kesan re mijûl dibim. Min daxwaznameya parastinê da, lê kesek alîkariya min nake.”    MA / Dîndar Karataş