Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan 2021-08-19 14:04:38 MÊRDÎN - Li Mêrdînê, 5 kesên hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.   Li navend û navçeyên Mêrdînê, polîsan di 15’ê Tebaxê de, bi hinceta parvekirinên medya dijîtal, bi ser malan de girtibûn û 5 kes binçav kiribûn. 5 kesên sewqî Edliya Mêrdînê hatin kirin, pişt ku îfade dan dozger, serbest hatin berdan.