Li Elkê 'Dema azadiyê': Dê Botan bersiva êrişan bide 2021-08-19 15:50:54 ŞIRNEX - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel di serdana esnafan a girseyî ya li Elkê de axivî û got: "Botan wê di 21'ê Tebaxê de, bersivê bide êr,ş, zext û tecrîdê."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya “Dema  Azadiyê” de bi tevlîbûna Cîgirê Hevserokê  HDP'ê yê Giştî Tayîp Temel, Parlementerên HDP'ê  Fatma Kurtulan, Nuran Îmîr, Hûseyîn Kaçmaz,  Aktîvîstên TJA'yê û Meclîsa Dayikên Aştiyê yên ku bi konvoyê hatin navçeya Elkê ji hêla gel ve bi çepik û tililiyan hatin pêşwazîkirin.   Di serdana girseyî de bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana zîndanan" çalakiya greva birçîbûnê hat silavkirin.  Di serdanê de, esnafan gel derd û rewşa xwe ji şandeyê re vegotin û daxwaza çareseriyê kirin.   ' DÊ GEL NEHÊLE KU HÛN HDP'Ê BIGIRIN'   Pişt re şande bi awayeke girseyî derbasî parka Mela Hisenê Bateyî bû. Di parkê de li ser navê girseyê Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel axivî. Temel, diyar kir ku ew 2 rojin ji hêla gelê Botanê ve bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û bal kişand li ser doza girtina HDP'ê û wih axivî: "Gelê Kurd wê nehêle ku HDP bê girtin. Tu îktîdar nikarin gelê Kurd gav biavêjin avêtin. Li tevî hemû zext û êrîşan gel qadên Newrozê tejû kirin. Bila hikûmet wan mîlyonan jibîr neke. Gelê Kurd di Newrozê de xwedî li nasname û vîna xwe derket. Herî dawî li Konya û Îzmîrê komkujî pêk anîn, lê dîsa jî gel xwedî li partiya xwe derket. "   'BOTAN WÊ BERSIV BIDE'   Temel, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku gelê Botanê bi xwedî derketina HDP'ê bersiv dide êrişan û got: "Botan  xwedî li nasnameya xwe, dîroka xwe û vîna xwe derdikeve. Em dibînin ku erişên li dijî jinan û ciwanan vala derdikevin. Botan wê di 21'ê tebaxê de di hevdîtina "Dema azadiyê ye" de bersiv bide tecrît û êrişan."