‘Heke misqaleke edalet hebûya wê hemû mexduriyet çareser bibûna’ 2021-08-19 16:54:52   RIHA - Parlementerê HDP’ê yê berê Behcet Yildirim ê serdana malbata Şenyaşar a “Nobeta Edaletê” digire kir wiha got: “Heke misqaleke edaletê hebûya wê hemû mexduriyet çareser bibûna.”   Serdanên çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê didome, berdewam dikin. Şandeya Rêxistina HDP’ê ya Semsûrê ku parlementerê HDP’ê yê berê Behcet Yildirim jî di nav de, serdana malbatê kir. Malbatê şande bi dowiza “Em edaletê dixwazin” pêşwazî kir.    Yildirim, bi lêv kir ku ji bo piştevaniyê hatine serdana malbatê û wiha got: “Em êşa ji dil parve dikin. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul got ‘bila edalet cihê xwe bibîne bila qiyamet rabe.’ Xwezî edalet pêk hatibûya û qiyamet rabûya. Heke misqaleke edaletê hebûya wê hemû mexduriyet çareser bûna. Malbat bi rojane li vê derê rûdine, zarokekî wan di hucreyeke yek kesî de tê girtin. Bila demildest edalet cihê xwe bibîne. Di dîmenên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de kî sûcdar e diyar e.”   ‘EM MAFDAR IN, EDALETÊ DIXWAZIN’   Ferît Şenyaşar jî da zanîn ku di bin zilmê de têkoşînekê didin û wiha axivî: “Polîs her roj li vir mudaxaleyî me dikin. Em tên binçavkirin û derbkirin. Bi milyonan mirov doza me dişopînin. Her roj mirovên xwedî wijdan tên serdana me. Ev serdan ji bo me gelek girîng in û me li ser piya dihêlin. Em mafdar in edaletê dixwazin. Kesên ku komkujî pêk anîn 3 sal in nayên girtin ev bêhiqûqiyeke. Dozger dibin hevkarên sûcî.”   Dayika Emîne Şenyaşar jî şahidiniya xwe ya roja komkujiyê û têkoşîna xwe ya edaletê vegot.    Şandeyê piştî ku demekî bi malbatê re nobet girt ji wir veqetiyan.