Li Sêrtê ji bo hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ banga beşdariyê hat kirin 2021-08-19 17:10:36 SÊRT - Li Sêrtê banga beşdariya hevdîtina gel a di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê” ku sibê were lidarxistin hat kirin.    Xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên ji bo hevdîtina gel a li Sêrtê ku di çarçoveya “Dem Dema Azadiyê ye" de were lidarxistin, didomin. Ji bo ku hevdîtin bi girseyî derbas bibe rojane amadekrî tên kirin. Hevdîtina ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mîthat Sancar dê beşdar bibin, wê di 20’ê tebaxê de saet di 16.00’an de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr were lidarxistin. Sancar û şandeya ku pê re were wê beriya hevdîtinê serdana esnafan bikin.     XEBAT DIDOMIN   Parlementer û endam û rêveberên HDP’ê yên ji bo hevdîtinê li bajêr in xebatên xwe yên li gund, navçe û navenda bajêr didomînin. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn û rêveberên HDP'ê li gundên Dihişkê, Raşine, Hêsênga û Şîşil ên li Herêma Mişar a girêdayî navçeya Dihê bi welatiyan re hatin gel hev û wan vexwendin hevdîtina gel.    HEVDÎTIN   Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz û rêveberên HDP'ê serdana gundên Eynqesir û Telîba yên navçeya Misircê, parlementerê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş jî li navçeya Berwariyê bi esnafan re hat gel hev.    Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan li navenda bajêr serdana malbatan kir û Parlementera Êlihê Feleknas Ûca jî li Taxa Şemsika ya navendê bi welatiyan re civiya û xelkê vexwendin hevdîtinê.    VEXWENDINA TEVLÎBÛNÊ   Rêveber û parlementeran belavok li welatiyan û esnafan belavkirin û banga beşdariya hevdîtina gel a sibê pêk were kirin.