ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'AN 2021-08-20 09:00:16   * Parlementerê Rihayê Omer Ocalan, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, polîtîkayeke li dijî gelan e û dewlet ji fikira Ocalan ditirse û got: "Ocalan, paradîgmayek da ber hemû gelan û jiyana bi hev re berpêş kir."    * Hevserokê DBP'ê yê Rihayê yê berê Celal Babacan ku sirgûnî Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê hat kirin, ragihand ku di dema sewqkirinê de û li têketina girtîgehê hatiye îşkencekirin. Birayê wî Hakan Babacan, diyar kir ku armanca sewqkirinê ew e ku malbatan bitepsînin û got: "Em ê serî netewînin."    * Esnaf Suleyman Canaşan ku li Çarşiya Şewitî 45 sal in kincên kevn difiroşe, anî ziman ku ji ber krîza aborî karê wî jî kêm bûye.    * Endamên Înîsatîfa Dayikên Aştiyê anîn ziman ku heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt û ji bo bidawîbûna tecrîdê bang li civakê kirin ku bitêkoşe.    * Endama EŞÎK'ê Tulîn Eraslan, diyar kir ku ji bo pêşî li ber êrîşan bikin amadekariyên çalakiyan dikin û got: "Di vî warî de êdî em hew tamûl dikin. Êdî rewş hatiye asta şikestineke civakî. Em dixwazin dewlet berpirsiyariya xwe bi cî bîne û qanûnan pêk bîne."    * Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku di hevdîtinên bi gel re, gel peyama xwe ya di warê "tecrîd, yekîtî û azadiyê" de bi awayekî aşkere daye. Aydenîz got: "Gelê me dibêje, têkoşîn girêdayî şikandina tecrîdê ye û divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê berdan."    * Rêvebirê MED TÛHAD-FED'ê Yûsûf Çakas, diyar kir ku dewlet bi kûrkirina tecrîdê dixwaze girtiyan têxe bin kontrola xwe. Çakas, destnîşan kir ku girtî bi her awayî tên tecrîdkirin.    * DEDAŞ’a ji 20 milyon lîre zêdetir deyn ji gundê Zorava yê navçeya Nisêbînê re derxist, ceyrana cotkaran birî. Cendermeyên bi daxwaza DEDAŞ’ê li mizgefta gund bi cih bûn, ji bo bikaranîna ceyranê asteng bikin dest bi girtina nobetê kirin.    * Tirkiye endamên SMO û malbatên wan ên ji Sûriyeyê tîne, li gundên Kurdistana Federe yên ji aliyê PDK’ê ve hatine valekirin bi cih dike. PDK piştgiriyê dide Enqereyê ku hewl dide bi operasyonan demografiya herêmê biguherîne.   * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 165'emîn de berdewam dike.    * HDP wê di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de li navçeya Qilabanê ya Şirnexê serdana xelkê navçeyê bike. (12.00)   * KCD, TJA, DBP û HDP di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de dê li avahiya Rêxistina HDP'a Sêrtê bi beşdariya Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz û Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar hevdîtina gel were lidarxistin. (16.00)   * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê "Nobeta Edaletê" ya têkildarî Komkujiya Pirsûsê ya 70'emîn li Kadikoya Stenbolê li dar bixin. (18.00)