Di dema sirgûnê de ew îşkence kirin 2021-08-20 09:01:06   RIHA - Hevserokê DBP'ê yê Rihayê yê berê Celal Babacan ku sirgûnî Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê hat kirin, ragihand ku di dema sewqkirinê de û li têketina girtîgehê hatiye îşkencekirin. Birayê wî Hakan Babacan, diyar kir ku armanca sewqkirinê ew e ku malbatan bitepsînin û got: "Em ê serî netewînin."    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Rihayê yê berê Celal Babacan ragihand ku gava ji Girtîgeha Riha ya Tîpa T'yê sewqî Girtîgeha Beşîkduzu ya Tarbazon a Tîpa T'yê hatiye kirin, hatiye îşkencekirin. Babacan, gava Hevserokê DBP'a Rihayê bû, di 19'ê Nîsana 2018'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û 10 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn. Babacan, di 8'ê Tebaxa 2021'ê de sewqî Girtîgeha Beşîkduzuyê hatiye kirin. Tevî Babacan 8 girtiyên din jî hatine sewqkirin.   Babacan, duh (18'ê Tebaxa 2021'ê) telefonî birayê xwe Hakan Babacan kiriye û ragihandiye hatiye îşkencekirin.    ‘JI ME RE NEGOTIN'    Bira Babacan, bilêv kir ku bi birayê wî re 8 kes ji Girtîgeha Riha ya Tîpa T'yê hatine sewqkirin û gava hatine sewqkirin haa malbatan pê nexistine û girtî eşyayên xwe jî bi xwe re nebirine. Babacan, diyar kir ku hefteyekê malbatan nizanibû girtî sewqî kuderê hatine kirin û got: "Gava telefonî me nekirin, me fêm kir tiştekî nelirê heye. Me telefonî girtîgehê kir. Lê tiştek ji me re negotin. Me fêm kir ku hatine sirgûnkirin û me bi israr telefon kir. Piştî israra me ewilî gotin li Gîresûnê ye, paşê gotin li Trabzonê ye. Duh telefonî me kir û got li Trabzonê ye."    LÊGERÎNA TAZÎ   Babacan, anî ziman ku birayê wî ev tişt gotine: "Got, îdareyê bi hinceta hevdîtinê gazî wî kiriye û bêyî rahêle tiştekî wî sirgûn kirine. Di rê de hatiye îşkencekirin. Di dema sewqê de xwarin nedane wan. Nehiştine biçin tuwaletê jî. Destên wan ji paş de kelemçe kirine û wan bi vî awayî birine. Li têketina girtîgehê de jî ew îşkence kirine. Li têketina girtîgehê di cîhaza X-Rayê re derbas bûne, lê bi ser  de lêgerîna tazî lê ferz kirine. Lê qebûl nekirine. vê carê li wan xistine, kincên wan qetandine û lêgerîna tazî li wan ferz kirine. Niha di hucreyên yekkesî de ne. Xweşikî xwarinê nadin wan. Hefteyeke di hucreyeke yekkesî de ne."    ‘SERÎ NETEWAND Ê NETEWÎNE JÎ'    Babacan, destnîşan ki ku ew malbat vê îşkenceyê qebûl nakin û armanca sewqan ew e ku malbatan bitepisînin. Babacan, bilêv kir ku dê li ber zext û zoriyan serî netewînin û got: "Armanca sirgûnan, ew e ku malbatan bitepisînin. Lê em malbat, em ê tu carî serî netewînin. Wan dibin ku bila bibin, em ê biçin cem wan. Tu girtî serî li ber zextan netewandine û dê netewînin jî. Ev zilm e, nikarin me çavtirsandî bikin."     ‘PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN TECRÎD E'    Babacan, destnîşan kir ku armanca van sewqan polîtîkaya tecrîdê ye û got: "Pirsgirêka herî mezin a girtî û malbatan tecrîd e. Niha girtî hemû tên tecrîdkirin. Lewma ketine greva birçîbûnê. Divê dengên wan bê bihîstin. Tecrîd sûc e li hemberî mirovahiyê."    MA / Emrûllah Acar